FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye

  • cîhan
  • 12:02 30 Gulan 2022
  • |
img
ENQERE - Ji Century Basis a navend New York pisporê ewlekariyê û lêkolîner Sam Heller diyar kir ku dijminatiya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan li rexekî ser îstîqrara herêmê û li hêla din jî li pêşiya planên mezinbûnê yên NATO’yê xetere ye. 
 
Di nûçeya bi ser navê “Komeke kurdan di navbera Erdogan û rojava de çawa veguherî nakokiyeke ewlekariyê?” ya rojnameya Amerîka Financial Times’ê de daxuyaniyên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nirxandin. 
 
Di nûçeyê de bi kurtasî ev tespît hatine kirin: 
 
“Hêzên bi pêşengtiya kurdan ev demekî dirêje li Sûriyeyê bûne parçeyeke herî girîng a têkoşîna hêzên rojavayî ya li dijî DAIŞ’ê. Lê belê dijminatiya Tirkiyeyê ya li hemberî van hêzan, ne tenê li ser aramî û îstîqrara li Sûriyeyê, di heman demê de li ser plana mezinbûnê ya NATO’yê jî xetereyê çêdike.
 
Ji ber têkiliyên xwe yên bi kurdan re, Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ku kurdan ji bo ewlekariya Enqereyê weke gef dibîne, gef li Fînlandiya û Swêdê xwarin ku dê pêşî li ber endamtiya wan a NATO’yê bigire. 
 
YPG LI DIJÎ DAIŞ’Ê TÊDIKOŞE
 
Kurd weke etnîkî li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê dijîn lê belê ji dewletekê bêpar in. Erdogan li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên kurdên Sûriyeyê ku nêzî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, gefa êrişê xwaribû. 
 
YPG ku hêza sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk e (HSD), li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de karê sereke li xwe digire. Heta di asteke de wisa de ye ku li gel şirîkên rojavayî û DYA’yê, dibe ku -li gorî hinek analîstan- Erdogan bi xwe jî nexwaze ew bi temamî bên bêkarîgerkirin. 
 
Ji Century ya navend New York pisporê ewlekariyê û lêkolîner Sam Heller got; ‘Terkkirina hêzên kurd a li Sûriyeyê, dibe ku bi xwe re têkçûn û aloziyeke tundiyê ya mîna di 12 mehên dawî de li Efxanistanê hatiye jiyîn, bîne. Li gorî min tercîheke wiha ya DYA’yê, tiştekî pir deraqilî ye.’ 
 
ALÎKARIYA DYA’YÊ YA BI HSD’Ê RE DÊ BIDOME
 
Heta demekî dirêj jî Enqereyê ji ber têkiliyên xwe yên bi PKK’ê re, li dijî alîkariya hêzên Rojava ya bi YPG’ê re îtîraz kir. Piştî ku Koalîsyona Navneteweyî di sala 2014’an de dest bi peywira xwe kir, nakokiya di navbera Tirkiye û şirîkên NATO’yê de jî zêdetir bûn. 
 
DYA’yê hewl da bi avakirina DYA’yê re YPG’ê bi awayekî bi Tirkiyeyê bide qebûlkirin. Welatên rojavayî, Swêd û DYA’yê piştgirî dan vê komê. Koalîsyona bi pêşengtiya DYA’yê jî bi êrişên hewayî piştgirî dan vê komê û bûn alîkar ku di sala 2019’an de DAIŞ bê têkbirin. 
 
Li gorî Heller; ji bo ku operasyonên li dijî DAIŞ’ê bidomîn, mayîndekirina îstîqrara herêmên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û jinûvezindîkirina van herêman DYA dê alîkariya xwe ya bi HSD’ê re bidomîne. 
 
DAIŞ HEWL DIDE XELÎFETIYA XWE DÎSA AVA BIKE
 
Gelemperiya pisporan dibêjin ku hêza DAIŞ’ê nîne ku ‘xelîfetiya’ xwe ya berê dîsa ava bike. Li gel vê yekê, ji ber atmosfera pevçûnî ya li bakurê Sûriyeyê û erdnîgariya wê ya tevlihev, derfet ji hucreyên razayî re çêdibin ku car bi car êrişên xwe pêk bînin. 
 
Koalîsyona ku bi pêşengiya DYA’yê wisa texmîn dike ku li Sûriye û Iraqê derdora 8 hezar heta 16 hezar milîtanên wê hene. 10 hezar kesên ku tê îdiakirin endamên DAIŞ’ê ne û zêdetirî hezar endamên malbatê, li girtîgeh û kampên ji hêla HSD’ê ve hatine avakirin tên ragirtin. Efserên kurd ên payebilind hişyar dikin û dibêjin ku ev dever ji êrişan re vekirî ne û qels in. Di meha çileyê de DAIŞ’ê piştî bi salan êrişa herî dijwar li dijî Girtîgeha Hesekê kir û DAIŞ’iyan hewl dan birevin. Vê jî kir ku hêzên koalîsyonê bikevin şerekî 10 rojan. 
 
DIVÊ DIBÊTIYA DAGIRKERIYÊ NEYÊ PAŞGUHKIRIN
 
Ji Koma Krîza Navneteweyî pisporê Sûriyeyê analîst Dareen Khalifa jî wiha dibêje; ‘Îxtîmaleke mezine ku yan Erdogan blofê dike yan jî ji bo pevguhertinên li deverên cuda hewl dide destê xwe xurt bike. Lê belê tevî vê yekê jî mirov nikare dibêtiya dagirkeriyê paşguh bike.’ 
 
Her wiha Dareen Khalifa dibêje ku êrişeke gengaz dê rê li ber aloziyê veke. 
 
Khalifa, destnîşan kir ku îxtîmaleke pir biçûk e ku ji bo Tirkiye li ber endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya ji bo NATO’yê bê, DYA destûra êrişê bide Tirkiyeyê. 
 
Li gorî analîstan, zêde tiştekî pêkan nîne ku Erdogan leşkerên xwe raste rast derxîne pêşiya DYA’yê lê belê dibe ku bikeva nava hewldanên birîndarkirina HSD’ê ku hevkariya wê ya bi DYA’yê demkurttir bike. 
 
JI BO WERGIRTINA F-16’AN ŞANTAJÊ DIKE
 
Li gorî hinek analîstan jî ji bo ku DYA daxwaza kirîna F-16’an a Tirkiyeyê qebûl bike, Erdogan hewl dide weke amûreke zextê bi kar bîne. Lê belê hinek jî dibêjin Erdogan hewl dide ji bo hilbijartinên ku dê di nava 12 mehên pêş de were kirin piştgiriyê ji nîjadperestan bigire weke hîleyeke siyaseta navxweyî bi kar tîne.”