Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist

  • cîhan
  • 15:36 15 Hezîran 2022
  • |
img
ELMANYA - Li Elmanyayê, Çalakvanên Defend Kurdistanê, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê tên meşandin bi çalakiya xwe ya bi navê "Bîra Xwînê" şermezar kirin. 
 
Çalakvanên Defend Kurdistanê li bajarê Megdeburg a Elmanyayê ava hewzekê bi boyaxê rengê wê veguherandin rengê sor. Çalakvanan êrişên Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku di êrişan de tenê ne sivîlan dikin armanc, di heman demê de talankirina ekolojiyê jî tê kirin. 
 
Çalakvanên Defend Kurdisyane piştî çalakiya xwe di daxuyaniya ku parve kirin de ev peyam dan: 
 
"Li rojavayê Kurdistanê rengên bîran veguherandin rengê xwînê. Me ji xwest ku em bi vê çalakiyê mirovan li bajarê xwe, derbarê vê rastiyê de agahdar bikin. Em dixwazin li ser mirovan pêhesîna ku 'şer ji vir destpê kir hewce ye li vir bi dawî bibe' bidin avakirin. Em dibêjin ku firotina çekan bidin sekinandin, Kurdistanê biparêzin. Sedema çalakiya me ev e: Tirkiye li bakurê Sûriyeyê şerekî li dijî mirovahiyê dide meşandin. Erdogan Herêma Kurd ya Serbixwe wek sîxekê dibîne. Hejmara kurdan wek netew di bin zexten de tê girtin. Li Tirkiyeyê axaftina kurdan ya bi zimanê xwe yê zikmakî û çanda wan tê qedexekirin. Ev rewş tenê li bakurê Sûriyeyê ketiye meriyetê. Şerê ku tê meşandin bidin sekinandin. Ger ku hûn ê şer bikin li dijî netewperestiyê şer bikin.  
 
ELMANYA ŞIRÎKÊ SÛC E
 
Qûrbaniyên vî şerî ne tenê sivîl in, di heman demê de xwezaya Kurdistanê ye jî. Artêşa Tirk ji bo ku mirovan ji çavkaniyen debara xwe pê dikin dûr bixe, gazên kîmyewî û gazên bijehr bikar tîne, avên çeman û çavkaniyên avê bijehr dikin, daristanan dişewitînin. Şer, yekem sedema krîza avhewayê ye. Di vê rewşa heyî de Artêşa Elmanyayê jî şirîkê sûc e. Şîrketên Elman ên wek Rheinmetall bi dehan sal e ji bo Tirkiyeyê, çek, balefirên biçek û bêmirov û tangan temîn dike. Hikûmeta Federal a Elmanyayê her çiqas bi awayekî vekirî vê yekê aşkera nakin jî, dêstê wan di van kuştinan de heye. Her ku peymanên çekan û karbeşiyên aborî bidomin hikûmeta Elmanyayê şirîkê van sûcan e. Şer li vir dest pê kir, divê em li vir bidin sekinandin."