Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin

  • cîhan
  • 19:54 23 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Pen International, xwest 16 rojnamevanên li Amedê hatin girtin demildest bên berdan. 
 
PEN International, têkildarî 16 rojnamevanên ku di 16'ê Hezîranê de li Amedê hatin girtin bang kir. PEN Internationalê di banga xwe de xwest demildest her 16 rojnamevan bên berdan.
 
PEN Internationalê di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku divê Tirkiye ji bo hedefgirtina rojnamevanên serbixwe bes "têkoşîna li dijî terorê" û qanûnên din bi kar bîne û divê piştgiriya azadiya fikr û ramanê bike ku mafê nûçewergirtinê jî di nav de ye. 
 
PEN Internationalê ji bo rojnamevanên di 8'ê Hezîranê de li Amedê hatin binçavkirin û di 16'ê Hezîranê de 16 ji wan hatin girtin bilêv kir ku di dema binçavkirinê de hemû amûrên wan ên rojnamevaniyê hatine desteserkirin û di aleyha rojnamevanan de propagandayeke reş hatiye kirin. PEN Internationalê di berdewama daxuyaniya xwe de got: "Em PEN International girtina 16 rojnamevanên li Amedê hatin girtin wekî hewldaneke tepisandina sîstematîk a li hemberî çapemeniya serbixwe dibînin û vê yekê û girtina 16 rojnamevanan şermezare dikin." 
 
PEN International di daxuyaniya xwe de got: "Demildest divê darizandina bi awayekîg irtî bi dawî bibe û rojnamevan bên berdan."