NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê

  • cîhan
  • 17:16 29 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Piştî erêkirina Tirkiyeyê, welatên NATO’yê biryar girtin ku Swêd û Fînlandiyayê vexwînin tifaqa xwe.  
 
Serokên welatên NATO’yê di zîrveya NATO’yê li bajarê Madrîda Îspanayayê hatin cemhev de biryar girtin ku Swêd û Fînlandiyayê vexwînin tifaqa xwe û ji bo îmzekirina protokolên tev li bûnê jî li hev kirin. Sekreterê NATO'yê yê Giştî Jens Stoltenberg da zanîn ku mutefîkên wan belgeya Konsepta Stratejîk a nû qebûl kirine. Stoltenberg ji bo rewşa Rûsyayê jî wiha got: “Rûsya di konsepta stratejiya sala 2010’an de şîrîkê me yê derve bû, lê niha wek gef tê pênaserkirin.”
 
DUH MOMERANDÛM HATIBÛ ÎMZEKIRIN
 
Li Navenda Kongreyê ya IFAMA’yê de duh Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan, Serokkomarê Fînlandiyayê Niinisto û Serokwezîrê Swêdê Andersson, bi mazûbaniya Sekreterê NATO’yê yê Giştî Stoltenberg hev dîtibûn. 
 
Di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de derbarê pêvajoya endamtiya NATO’yê yên Swêd û Fînlandiyayê, hatibû aşkerakirin ku her sê welatan memorandum îmze kiribûn. Serokwezîrê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Karên Derve yê Fînlandiyayê Pekko Haavisto, Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Anne Linde vê momerandûmê îmze kiribûn.