Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin

  • cîhan
  • 13:26 30 Hezîran 2022
  • |
img
BERN - Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) ji bo ku komkujiya li êzidiyan hatiye kirin ji aliye dewleta Swîsreyê ve weke “Qirqirin” bê nasîn kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Îmzeyên di kampanyayê de bên komkirin wê pêşkeşî Hikumeta Federal were kirin. 
 
Komkujiya Êzidiyan ku li Şengalê bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi sed hezaran hatin koçberkirin û jin li bazarên koleyan hatin firotin, dikeve sala xwe ya 8’an. Di pêşengtiya Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) de ji bo ku komkujî ji aliye dewleta Swîsreyê ve weke “Qirqirin” bê nasîn kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Îmzeyên di kampanyayê de bên komkirin wê pêşkeşî Hikumeta Federal were kirin. 
 
‘EM PARASTINEKE NAVNETEWÎ DIXWAZIN’
 
Di metna bangê ya kampanyayê de hate diyarkirin ku beriya 8 slan DAIŞ’ê êzidî qir kirine lê dema pişt re vegerîna mala xwe civaka êzidî ji nû ve bi gefên komkujiyê re rûbirû maye û wiha hate gotin: “Em dixwazin ku Hikumeta Federal Komkujiya Êzidiyan bi awayekî fermî nas bike, parastina navnetewî ya vê civaka ji ber operasyonên leşkeri yên bikoordîne yên artêşa tirk û Iraqê di bin gefan de ye bê pêkanîn û her wiha ji bo ji nû ve avakirina cih û warê êzidiyan ên li Çiyayê Şengalê piştgiriya madî bê dayîn.”
 
‘BILA QIRQIRIN BÊNASÎN’
 
Di metnê de bal hat kişandin ku hin kesên di salên dawî de li qadên xwe yên jiyanê vegeriyane, hewl didin jiyana xwe ya li vir ji nû ve ava bikin û hat destnîşankirin ku ji meha Nîsanê û vir ve bi mudaxileyên leşkerî yên koordîneyî yên dewletên tirk û Iraqê yên li bakurê Iraqê re Êzidî tên tehdîtkirin. Di nivîsê de hat ragihandin ku hêzên hewayî yên tirk bombe li cih û warên êzidiyan barandine û artêşa Iraqê jî hin herêmên êzdiyan xistiye bin kontrola xwe û wiha hat gotin: “Piştî qirkirina di sala 2014'an de, yekîneyên xweparastinê yên ji aliyê civaka êzidî ve ji bo parastina xwe hatin avakirin jî hewl tê dayîn bên tesfiyekirin. Êzidiyên ku hêj ji mafê diyarkirina çarenûsa xwe bê par in, careke din bûne qurbanê lîstikên hêzên jeopolîtîk.” Di metnê de hat bibîrxistin ku komkujiyên li dijî êzidiyan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û Parlamentoya Ewropayê ve weke 'qirkirin' hatine binavkirin û hat ragihandin ku parastina nifûsa êzidiyan a mayî û naskirina qirkirinê ji aliyê hikûmeta Swîsreyê ve ji her demê bêhtir rewşeke lezgîn e. 
 
Dikare ji vê navnîşanê xwe bigihînin metna îmzeyê:  https://act.campax.org/petitions/reconnaissance-du-genocide-de-la-communaute-yezidie-dans-le-nord-de-l-irak?utm_campaign=blast2022-06-29