Dr. Mansouran: Rûxandina rejîma Îranê bûye vîneke civakî

  • cîhan
  • 11:12 22 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Dr. Abbas Mansouran, diyar kir ku hêzên radîkal ên şoreşger li Îranê li dijî tundiya dewletê hêzên dînamîk in û wiha got: “Rûxandina hikumeta îslamê, bûye vîneke civakî.”
 
Li bajarê Tehranê yê Îranê di 16 Îlonê de Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaqê” ve hate qetilkirin. Çalakiyên şermezarkirinê yên piştî qetilkirina Jîna Emînî ewilî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û li hemû Îranê belav bûn didomin. Li dijî rejîma li  hemû welat tundiya xwe zêdekir li Rojhilat û Belûcîstanê gel ji berxwedanê re pêşengtiyê dike. Li Rojhilat û Belûcîstana ku çekên giran lê tên bikaranîn û çar aliyê Îranê gel li dijî êrişan birêxistinî berxwedanê mezin dike. Bijîşk Ebbas Mansouran ê berxwedana dîrokî vegot, bi lêv kir ku pêvajo ber bi şoreşekê ve diçe. 
 
KERBA ZÊDE VEGUHERÎ SERHILDANÊ
 
Mansouran, diyar kir ku kerba zêde ya piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaqê ve li gelemperiyê welat veguheriye serhildanê û rûxandina Komara Îslamî û wiha got: “Her çiqas baskê reformist rojên ewil ên çalakiyan de xwestin laçika bi darê zorê bikin sedem jî em di dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ de biisrar bûn û xeta çalakiyê jî di çarçoveya vê dirûşmeyê de girt. Paşguhkirina daxwazên hikumetê yên ekonomik, siyasî û civakî jî bû lingekî pêla serhildana derket holê.”
 
LI DIJÎ ÎNKARÊ TÊKOŞÎNEKE DÎROKÎ
 
Mansouran, bi lêv kir ku 43 salan zêdetir e rejîm li Îranê sûc, mirin û xizantiyê belav dike, kedê, kêm netewan û jinan dimêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rejîm her cure daxwaz û banga azadiyê di nav xwînê de hişt. Sermayeyê ne tenê li Îranê li çar aliyê Rojhilata Navîn, Sûriyeyê, Yemenê, Lubnanê, Filistînê, li Iraqê bi rêya bîrdoziya Îslamî, teror û mudaxileyên leşkerî afirandin. Çeteyên îslamî mezinkirin, têr kirin û bi vî awayî hemû cîhan kirin cihekî bê ewle. Niha li Îranê dirûşmeyeke gelek bi nav û deng heye, bîrdoziya îslamî ji kolerayê zêdetir mirov kuştin.”
 
Mansouran, ê bi lêv kir ku tevgera şoreşger a niha berteka rêza sûc a bi salan e didome, anî ziman ku xeta “Jin jiyan azadî” kevirê bingehîn ê vê tevgera şoreşger e û wiha got: “Di serî de jin gelên Îranê canên xwe feda dikin û ji bo hebûna xwe ya tê înkarkirin têkoşîneke dîrokî didin.”
 
Mansouran, destnîşan kir ku perspektîfa “Jin jiyan azadî” bûye tevgereke kurewî lê rûxandina hikumeta siyasî ya hikumeta îslamî bi gotinên hesan pêk nayê. Mansouran, anî zima ku “Roj roja gav avêtinê ye” û wiha berdewam kir: “Niha li Îranê ji girtîgehan, kolanan, zanîngehan, dibistanan, kargehan, heta taxan bi xwîna gel sor bûye. Di serî de gelên Rojhilata Navîn, jin, karker, ciwan, bi çar çavan li benda şoreşa Îranê ne û dizanin ku xelasî girêdayî serkeftina şoreşa Îranê ye. Hemû gel di heman fikrê de ye ku hikumeta îslamî ya Îranî çavkaniya fikra DAIŞ’ê ya li herêmê ye û cinawirekî ku jiyan û gerdûnê ji holê radike ye.”
 
‘BÎLANÇOYA ÊRIŞAN A 3 MEHAN’
 
Mansouran, da zanîn ku di çalakiyan de bilançoya zirara ku rejîmê daye gel gelek giran e û ev agahî dan: “Heta niha nêzî 80 zarokên temenê wan di navbera 2 û 18’an de ji aliyê rejîmê ve hatin qetilkirin. Hejmara jin û mêrên hatin qetilkirin nêzî hezaran dibe. Ji 15 hezaran mirov girtî ne û ji bilî vê hin hatin revandin û aqûbeta hinekan nayê zanîn. Di 15’ê cotmehê de rejîmê Girtîgeha Evînê şewitand, bombe li ser girtiyan barandin. Her çiqas hejmara girtiyan weke 8 hatibe dayîn jî ev hejmar zêdetir e ji ber ku hêj jî bi dehan malbatên ku ji girtiyan agahî negirtine hene. Di 27’ê cotmehê de bi hevkariya rejîm û DAIŞ’ê êrişek li dijî Turbeya Çerag a Şah a li Şîraz pêk hat. Hêzên rejîmê li welat terorê dimeşînin, tecawizî jinan û keçan dikin û îşkence dikin. Li hemû kolanan barîkatên gel bilind dibe. Şer û pevçûn heta saetên serê sibê berdewam dikin. Li çar aliyê welat gel heta şev li kolanan e. Li hemû kolan, paceyên malan û serbanan dirûşmeyên şoreşger bilind dibin. Zalim û çeteyên faşîst malen mirovan îşaret dikin û roja din çeteyên Besîç dişînin û malan dişelînin û îşkenceyê li ferdên malê dikin û wan dikujin.”
 
LI KURDISTANÊ BERXWEDANA JINÊN PÊŞENG
 
Mansouran, diyar kir ku şert û mercên li Kurdistanê zêdetir nêzîkî azadiyê ye û got: “Li herêma Kurdistanê rêxistin û serokên wan, piştevaniya grevan dikin. Pêşengtiyê dikin û nîşan didin ku berxwedana bi çek meşru ye. Pergala Îranê jî avakirina girtîgehani peywîrdarkirina kujerên profesyonel û çeteyên Besîc a li kolanan û hevkariya çeteyên weke Hîzbûllahê didomîne. Lê vê tevgerê temamkirina pêvajoyê ji xwe re kiriye armanc. 
 
‘ŞOREŞ ÊDÎ NE FIKREKE RAZBER E’
 
Mansouran, destnîşan kir ku tevî van hemûyan jin, avaniyên civakî, hêzên radîkal ên şoreşger diyarker in, hêzên dînamîk in û wiha got: “Êdî şoreş ne fikreke razber e bûye gotina gel û tevgera kolanan a girseyî. Girseyên li Îranê serî rakirine, ber bi hilweşandina hikumeta Îslamê ve gavên bi bawer diavêjin. Kurtasî ne hikumet dikare vegere rewşa xwe ya berê ne jî gelê ku li ber xwe dide. Ev pêvajoyeke şoreşger e û rûxandina hikumeta îslamê, bûye vîneke civakî. Pêkhatina vê teqez e.”
 
MA / Gozde Çagri Ozkose