Wekîl û Lordên Ingilistanê ji bo Rojava name ji hikûmetê re şand

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Wekîlên Partiya Karkeran û muxalefeta sereke Partiya Muhafazakar jî di nav de, zêdetirî 70 wekîl û Lordên Ingilistanê ji bo Rojava ji Wezîrê Karên Derve yê Ingilistanê Yvette Cooper re name şand. 
 
Li Ingilistanê ji Partiya Karkeran a li desthilatdariyê heta Partiya Muhafazakar, ji gelek partiyan zêdeyî 70 parlamenter û Lordan nameyek ji Wezîra Karên Derve ya Ingilistanê Yvette Cooper re şandin û diyar kirin ku li ser gelê Kurd ê li Rojava gefeke tundiyê ya nêz û rasteqîn heye. Di nameyê de ji hikûmetê hate xwestin ku ji bo Kurdan tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Parlamenter û Lordan got: “Ev welat minetdarê gelek jin û mêr ên Kurd e ku bi salan li dijî terora DAIŞ'ê bi wêrekî li ber xwe dan. Gavên ku di vê dema zehmet de bêne avêtin wê bibe bersiva herî kêm a vî deynê wan ê li me."
 
Ji partiyên siyasî yên li Ingilistan, Îrlanda Bakur, Wales û Skoçyayê yên Qraliyeta Yekbûyî zêdeyî 70 parlamenter, Lord û kesayetan têkildarî êrişên li ser Rojava, fikar û daxwazan nameyek ji Wezîra Karên Derve ya Ingilistanê Yvette Cooper re nameyek şandin.
 
Ji Partiya Karker (Labour) a li desthilatdariyê, ji Muhafazakaran (Conservative) a muxalefeta bingehîn, Demokratên Lîberal, Plaid Cymru ya ji Walesê, Scottish National Party (SNP) a ji Skoçyayê, Partiya Keskan (Green Party), Democratic unionist Party (DUP) û Sinn Fein a ji Îrlanda Bakur gelek parlamenter û Lordan mohra xwe danîn binê nameyê.
 
‘EM JI BER REWŞA HEYÎ BIFIKAR IN’ 
 
Di nameyê de wiha hate gotin: “Em weke koma ji parlamenter û Lordan a di ser partiyan re ji we re dinivîsînin; ji ber ku civaka Kurd bi gefeke rasteqîn û nêz a tundiyê re rû bi rû ye. Em ji ber rewşa ewlekariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar in ku bi lez nebaş dibe."
 
‘KOÇBERÎ ZÊDE BÛYE’
 
Di nameyê de hate ragihandin ku ji ber êrişên li ser HSD'ê bi sed hezaran mirov koçber bûn û wiha hate gotin: “Çend rojên dawî, piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên cîhana rojava piştgiriya wan dike, hêzên ser bi Serokkomar Ahmed el-Şaraa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor û hêza xwe zêde kir. Li gorî raporên cihê baweriyê, li ser sivîlan rîskeke cidî heye; rayedarên xwecihî diyar dikin ku zêdeyî 150 hezar kes ji cih û warê xwe bûne. Meqamên Sûriyeyê jî piştrast kirin ku li gel hişyariyên têkildarî cebilxaneyên neteqiyayî û mayinan bi hezaran sivîl ji herêmê reviyan."
 
RÊXISTINÊN 
 
Di nameyê de îşaret bi êrişên rêxistinên cîhadîst ên di lîsteya mueyîdeyan a Ingilistanê de ne yên li hemberî HSD'ê hate kirin û wiha domiya: “Vekişîna HSD'ê weke bersiva li êrişên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ya yekser pêk hat; di nava van hêzan de yekîneyên yekser têkiliya xwe bi Heyet Tehrîr El Şam re heye, hene. Ev jî Tumena Hamza, Tumena Sûltan Mûrad û Tumena Sûltan Suleyman Şah e û ji ber rola van a di êrişên li hemberî sivîlan de ketine ber rejîma pêkanînê ya Qraliyeta Yekbûyî."
 
XETEREYA ZÊDEBÛNA TUNDIYÊ 
 
Parlamenter û Lordên Qraliya Yekbûyî diyar kirin ku rîsk heye, tundiya heyî hîn bêhtir zerarê bide sivîlên bêguneh û nifûsa Kurdan a xwecihî.
 
Di dewama nameyê de işaret bi vekişîna HSD'ê ji Kampa Holê hate kirin û hate gotin, "Li vê kampê malbatên têkildarî DAIŞ'ê dihatin ragirtin û vekişîn ji ber bombardûmanê û êrişên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê pêk hat. Bi heman rengî HSD neçar ma ku xwe ji Kampa El Şeddadê jî vekişîne ku nêzî 2 hezar şervanên DAIŞ'ê lê dihatin ragirtin. Ev yek têkildarî paşeroja şervanên DAIŞ'ê û ewlekariya herêmî û neteweyî bû cihê fikaran."
 
Di nameyê de hate ragihandin ku Kurd yek ji mutefîkên herî xurt ên Qraliyeta Yekbûyî ye û hate gotin, "Dema ku mirov biryardariya Kurdan a awarte ya ji bo têkbirina DAIŞ'ê ya li Sûriyeyê li ber çavan bigirin, wê bê dîtin ku Qraliyeta Yekbûyî xwedî wê berpirsyariyê ye ku piştgiriyê bide Kurdan."
 
Di nameyê de hate destnîşankirin ku bûyerên diqewimin tenê bi daxuyaniyên têkildarî fikaran nikare ji holê bê rakirin û hate gotin, divê Qraliyeta Yekbûyî li gel hevkarên xwe yên herêmî û navneteweyî ji bo parastina gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çareseriyeke demdirêj û mayinde bersiveke bi lez bide û bi biryardarî vî karî koordîne bike.
 
DAXWAZÊN HATINE KIRIN 
 
Parlamenter û Lordan bi lezgînî ev daxwaz kirin:
 
* Li hemberî tundiya li sivîlan sekneke zelal bê nîşandan û piştgirî ji çareseriyeke siyasî ya demdirêj re bê dayin ku hurmetê nîşanî mafên hindikahiyên li Sûriyeyê dide.
 
* Nirxandina bicihanîna pêkanînên li ser kes û saziyên ji tundiya li hemberî sivîlan berpirsyar in.
 
* Ji bo pêşîgirtina li bilindbûna rageşiya leşkerî û ji bo parastina sivîlan bi hevalbendên herêmî û navneteweyî re hewldanên dîplomatîk bêne zêdekirin.
 
* Alîkariya mirovî ya têrker ji civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bê şandin û ev alîkarî bi rengekî ewle radestî herêmê bê kirin."
 
PARLAMENTER Û LORDÊN NAME ÎMZE KIRIN
 
Parlamenter û Lordên ku mohra xwe danîne binê nameyê:
 
Partiya Karkeran (Labour Party)
 
Luke Akehurst MP
 
Dr Rosena Allin-Khan MP
 
Dr Scott Arthur MP
 
Richard Baker MP
 
Alex Ballinger MP
 
Chris Bloore MP
 
Dawn Butler MP
 
Maureen Burke MP
 
Ruth Cadbury MP
 
Sarah Champion MP
 
Bambos Charalambous MP
 
Feryal Clark MP
 
Dr Beccy Cooper MP
 
Stella Creasy MP
 
Jim Dickson MP
 
Mary Kelly Foy MP
 
Daniel Francis MP
 
Terry Jermy MP
 
Kim Johnson MP
 
Peter Lamb MP
 
Siobhain McDonagh MP
 
John McDonnell MP
 
Navendu Mishra MP
 
Grahame Morris MP
 
Chi Onwurah MP
 
Kate Osborne MP
 
Toby Perkins MP
 
Marie Rimmer MP
 
Oliver Ryan MP
 
Sarah Smith MP
 
Alex Sobel MP
 
Kirsteen Sullivan MP
 
Henry Tufnell MP
 
Derek Twigg MP
 
Chris Webb MP
 
Nadia Whittome MP
 
Sean Woodcock MP
 
Partiya Muhafazakar (Conservative Party)
 
Gavin Williamson MP
 
Demokratên Lîberal (Liberal Democrats)
 
Daisy Cooper MP
 
Steve Darling MP
 
Andrew George MP
 
Ian Sollom MP
 
Partiya Keskan (Green Party)
 
Sian Berry MP
 
Carla Denyer MP
 
Adrian Ramsey MP
 
Baroness Bennett of Manor Castle
 
Baroness Jones of Moulsecoomb
 
Partiya Niştimanî ya Skoçyayê (SNP)
 
Chris Law MP
 
Noah Law MP
 
Plaid Cymru
 
Ben Lake MP
 
Llinos Medi MP
 
Liz Saville Roberts MP
 
Partiya Yekitiya Demokratîk (DUP)
 
Jim Shannon MP
 
Baroness Foster of Aghadrumsee
 
Lord Elliott of Mickle Fell
 
Sinn Féin
 
Brendan O’Hara MP
 
Endamên Kamaraya Lordan 
 
Lord Alton of Liverpool
 
Baroness Carberry
 
Lord Cashman
 
Lord Doyle
 
Baroness Goudie
 
Lord Hain
 
Lord Hendy
 
Lord Khan of Burnley
 
Lord Kinnock
 
Lord Mann
 
Lord Moraes
 
Lord Moynihan
 
Lord Ranger
 
Lord Singh of Wimbledon