NAVENDA NÛÇEYAN - Civaknas Virdar Sêymere ku şahidê xwepêşandanên li Îranê ye, nîşeyên ku wî di tevahiya pêvajoyê de girtine wekî "ne zêdekirina hêrsê an bilindkirina mirinê, vegotina tiştê ku qewimî" bilêv kir û got: "Û em ji bo vegotinê li jiyanê ne."
Xwepêşandanên ku di 28'ê Kanûnê de li Bazara Tehranê dest pê kirin, pêl bi pêl li seranserê Îranê belav bûn. Li sedan cihan, mirov daxwaza xwe ya ji bo guhertinê qîr dikin. Her çend ne wekî roja yekem mezin bin jî, xwepêşandan hîn jî berdewam dikin. Her çend saziyên cuda hejmarên cuda belav dikin jî, tê texmîn kirin ku di dema xwepêşandanan de herî kêm 30 hezar kes mirine, 250 hezar kes hatine girtin û nêzîkî 2 hezar kes hatine îdam kirin.
Ji 9'ê Çileyê ve, gihîştina înternetê li seranserê Îranê hema bêje bi tevahî hatiye qutkirin û tenê rêjeyeke pir kêm dikare carinan têkiliyê deyne. Civaknas Virdar Sêymere ku xwe digihîne înternetê, 17 rûpelên nîşeyên ku ji 28'ê Kanûnê ve girtiye ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand. Derdora ku di dema xwepêşandanan de li kolanan herî zêde hat kuştin û îdamkirin Lor bûn. Ji hin nîşeyên Sêymere ku ew jî Lor e, hin jê ev in:
‘EV DER ERDNÎGARIYA ŞÎN Û ÊŞÊ YE'
"Ez li malê rûniştîme û dengê şer ji kolanan tê. Ez nizanim ev dengên mitralyozan dê çend rojên din bidomin. Hemû telefon qut bûne, înternet tune ye û rêyek tune ku meriv nûçeyan bistîne. Ez nizanim niha çi bi serê dêya min a nexweş li gund tê. Ez dikarim qîrîna zarokan ji mala cîranan bibihîzim ku sê zarokên wan ên biçûk hene; ev zarok, ji dengên tirsnak ên şer ên li kolanan ditirsin, nikarin fêm bikin çima şev ji nişkê ve ewqas tirsnak bûye.
Ev erdnîgariyeke şîn û êşê ye; Zagrosa min a delal, mala darên berû û pezkovî, niha veguheriye qada êgir û xwînê. Di vê rewşê de, ez bi berdewamî difikirim: Çi qewimî ku ji nişkê ve mirovan gihand xala şikestina sebra wan û bi vî rengî, bi awayekî serîhildêr ew birin kolanan? Hêrs, serhildan û nerazîbûnên ku em van rojan di civakê de dibînin, ji bo her kesî çavkaniya matmayîn û pirsan in. Pirs ev e ku civak çawa dikare bibe bedeneke yekane û cîhanek bi tevahî di êşê de dorpêçkirî çawa dikare bê tirs veguhere serhildanê. Mirov çawa dikare singa xwe ji agir û guleyan biparêze? Ev pirs ne tenê di dema niha de, di tebeqeyên kûrtir ên dîrok û civakê de jî li bersivekê digere.
REWŞA LORÊ
Bêguman Lor yek ji kokên şaristanî û çandê di cîhana mirovan de ne; gelekî ku ji dîrokê hatiye dinê, di êşê de bi israr e û heta berî ku navek lê were dayîn jî bi têgeha berxwedanê dizane. Yek ji deverên erdnîgarî yên pêşîn ku jiyana mirovan lê çêbûye Çiyayên Zagrosê yên Navîn in; axên ku em îro wekî Loristan, Kirmaşan, Îlam û Xuzistan dizanin. Di cîhana nûjen de, Lor bi hişmendiyeke kûr a hebûna xwe, nasnameya xwe ya dîrokî û şaristanî bi dest xistine. Dîtinên zanistî, paleontolojîk û arkeolojîk bi zelalî nîşan didin ku herêmên ku ji Lor hatine, di rêça şaristaniya mirovan de roleke bingehîn lîstine.
Ev dane îspat dikin ku mîrateya manewî, çandî û şaristanî ya Loran bi jiyana di şikeftan û nêçîrê de dest pê kiriye; û ji kedîkirina ajalan û nebatan bigire heya pêşkeftina çandinî, bajarvanî û mîmariyê dirêj bûye. Ji ber vê yekê, Loran di avakirina şaristaniya mirovan de li Hîlala Bereket xwedî pareke bêhempa ne. Împeratoriyên mezin ên cîhanê yên pêşîn, wekî Kassît, Lullubî û Elamî, li vê herêma Zagrosê hatine damezrandin.
HÊRSA LORAN Û SERÎHILDANA WAN
Ev hêrsa kombûyî ku di înkarkirina nasnameyê, zordariya avahîsaziyê û marjînalîzekirina sîstematîk a nasnameya Lor de, bi paşguhkirina mîrata dîrokî gihîştiye xalek krîtîk. Herêmên ku Lor lê dijîn her gav xwedî dewlemendiyeke mezin bûne, bi çavkaniyên avê yên zêde, petrol, gaz, maden û cîhên geştiyariyê. Divê ev dewlemendî ji bo pêşkeftina Îranê bihata bikaranîn, lê li şûna wê ew hat talankirin. Boriyên petrol û gazê di bin van axan re derbas dibin, çavkaniyan bi hezaran kîlometreyan dûr vediguhezînin, lê ev erdnîgarî veneguheriye pêşveçûneke hevsengiyî. Ji xelkê wê re ji bilî xizaniyê tiştek nemaye. Di vî warî de ku hêrs û serhildana Lorên ku li van herêman dijîn xwedî wate ye.
Ev hêrs bertekeke hişmendane ye li dijî talankirina ku hatiye kirin. Nerazîbûna gel ne tenê ji birçîbûnê, di heman demê de ji hişmendiya bêhempa ya pêwîstiya têgihîştina pêvajoyên pêşkeftinê di cîhana îroyîn de jî derdikeve holê. Veguhestina çavkaniyên girîng ên wekî avê bo bajarên çolê li van axan hişkesalî û wêraniya ekolojîk çêkiriye. Paşguhkirina bi zanebûn a pêşkeftinê li rojavayê Îranê hiştiye ku mirov bipirsin 'Para min ji pêşkeftinê çi ye?' Ev serhildan encama wêrekiyeke hişmendane ye ku ji dûrxistina berdewam a gelê Lor, tevî rola wan a diyarker, bi taybetî di Şerê Îran-Iraqê de, çêbûye.
HÊ JÎ EM NIZANIN ÇEND KES MIRINE
Çend roj in rewşa leşkerî di meriyetê de ye. Hikûmetê piştî saet şeşê êvarê qedexeya derketina derve ferz kiriye. Elektrîk her tim qut dibe û telefon jî kar nakin. Dema ku ez îro sibê ji bo kirîna nan derketim derve, kolan bi xwînê hatibûn nixumandin. Di pevçûnan de çend ciwanên taxa me jiyana xwe ji dest dan û malbat bi bêhêvî li cenazeyên zarokên xwe digerin. Tirseke bêhnteng li ser bajêr digere û em hîn jî nizanin çend kes mirine. Di vê atmosfera giran de, ez berdewam dinivîsim û behsa êşa axekê dikim ku birînên wê ji her demê bêtir eşkere ne.
JI BO CENAZE WERGIRE WESAYÎTA XWE FIROT
Nêzîkî du hefteyan e em ji kesî xeber nagirin. Ji nêzîkî çil xanîyên li kolana me, zêdetirî bîst xanî ji ber windakirina zarokên xwe yên ciwan xemgîn in. Kurê sêzdeh salî yê cîranê me ji pişta xwe ve hat gulebarankirin, serê wî perçeperçe bû. Dêya wî pir xemgîn e û bavê wî jî neçar ma ku tenê milkê xwe, wesayîta xwe ya xirabe bifroşe da ku karibe mesrefên cenazeyê kurê xwe bide û wî veşêre.
Kurê yekane yê jineke pîr li dawiya kolana me di xwepêşandanan de hat kuştin. Dema ku wan cenaze dît, ji wan re gotin, 'Heke hûn nehêlin ew wekî şehîdê hêzên zordar ên dewletê (Basîc) were tomarkirin, hûn ê neçar bimînin ku heft sed milyon Toman bidin da ku cenaze bistînin.' Ev pere li cem jinê tune bû. Cîranan hêzên xwe kirin yek û pere berhev kirin û me karî cenaze ji kujeran bistînin. Şeva borî, jin bi cenazeyê xwînî yê kurê xwe re razabû, heta sibehê jê re lorik digot. Ev bajar bi rûyên xwe yên birîn dîroka xwe ya biêş li ser çermê xwe dinivîse. Ew zarokên me dikujin û dûv re ji me pere dixwazin da ku cenazeyên wan radest bikin.
Di dîrokê de, Loran her tim nasnameya xwe bi rêya efsaneyên berxwedanê diyar kirine. Wan axa xwe li dijî Îskenderê Mezin, dagirkirinên Mongol û êrişên Ereban parastine. Lêbelê, li kêleka vê dîroka qurbanîdanê, zincîra zilmê ku ji serdema Reza Şah heta roja îro dirêj dibe, hêrsa Loran veguherandiye kîneke kûr. Lor ne Reza Şah û ne jî sîstema heyî ya ku çavkaniyên wan talan dike dixwazin; ew pêşveçûneke dadperwer û vegerandina mafên xwe dixwazin.
LI KOLANAN LI KU DERÊ BINÊRÎ XWÎN HEYE
Mirov her roj diçin goristanan û her roj cenazeyên nû tên dîtin. Lekeyên xwînê û serên perçebûyî li kolanan bûne tiştekî asayî; xwîn li her derê ye. Di nav van dîmenan de, ez dixwazim behsa jiyana Lorekî belengaz bikim ku tenê para wî ji hemû dewlemendiya herêmî mirin e. Îro, em dikarin bibêjin ku 'şerê Lorên bêal' dest pê kiriye. Ev hêrsa kolektîf ji xweşewitandina ku li deverên wekî Îlamê tê dîtin, gihîştiye nerazîbûnên kesên ku îro bêtirs li hember guleyan radiwestin.
Lor ne tenê ji ber bêparbûna madî, di heman demê de ji ber ku rûmet û nasnameya wan bi berdewamî tê înkarkirin jî serî hildidin. Ew rastiya ku rêjeyên xwekuştinê yên herî bilind li Îranê di nav vî gelî de tên dîtin, îfadeyeke sembolîk a hêrsa kombûyî ye. Pirsa bingehîn a Loran a sedsala dawî ev e: Çima em bi awayekî sîstematîk tên paşguhkirin? Çima em ji pêvajoyên modernîzasyonê û qadên siyasî tên dûrxistin? Ev di dawiyê de bûye sedema teqîna hêrs û serhildana kombûyî; ev serhildan carinan xwe di kiryarên sembolîk ên wêranker ên li dijî wan de û carinan jî di rawestana bêtirs a li dijî çekên giran ên desthilatdariyê de nîşan dide.
Û EM JI BO VEGOTINÊ LI JIYANÊ NE...
Ez van nîşeyan ji bo gurkirina hêrsê, tolhildanê, an jî bilindkirina mirinê nanivîsim. Ev nivîs çîroka mirovên ku li erdnîgariya êşê jiyane; ne bangek ji bo tundûtûjiyê ye, lê daxwazeke mirovî ye ku were dîtin. Ger ev deng neyê bihîstin, êş dê berdewam bike, lê ger were bihîstin, dibe ku rêyek ji bo selihandinê were dîtin berî ku her tişt bi êgir bişewite.
Û em, ji bo vegotinê li jiyanê ne..."
MA / Berîvan Kûtlû