Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê re civiyan

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên Kurd Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johannes Wadephul re hevdîtin kir. 

 
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul re civiyan.
 
Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê, siberoja proseya siyasî, girîngiya parastina destkeftiyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha dosyayên têkoşîna li dijî terorê û pêşxistina istiqrara herêmê nîqaş kirin.
 
Di hevdîtinê de her wiha girîngiya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê, parastina yekparbûna xaka Sûriyeyê, mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan di çarçoveyeke demokratîk de û parastina taybetmendiyên herêmên Kurdan hatin gotûbêjkirin.
 
Nûçeyên Têkildar
Xwendekar û mamoste li Rojava ji bo Kurdî meşiyan
Xwendekar û mamoste li Rojava ji bo Kurdî meşiyan

Li bajarên Dêrik û Tirbespiyê yên Rojava mamoste, xwendekar û bi sedan ji şêniyên herêmê ji bo zimanê Kurdî meşiyan ku di destûra bingehîn de bê misogerkirin.

Koma 5'emîn a koçberên Efrînî bi rê ket
Koma 5'emîn a koçberên Efrînî bi rê ket

Îro di danê sibehê de komeke din a koçberên Efrînî ji Qamişloyê ber bi warên xwe ve bi rê ket.

Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê
Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê

Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo pîrozkirina Newrozê çûn Şamê.

Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin
Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin

Li Hesekê û Qamişloyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hat vêxistin.

Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin
Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li cem kurê xwe Şervan Muslim ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.