Mazlum Ebdî: Em daxwaza sîstemeke ku Kurd xwe birêve dibin dikin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Mazlum Ebdî, diyar kir ku rêveberiya Şamê di mijara “nav û têgehan” de pirsgirêkan dijî û got ku daxwaza wan a sereke ew e ku Kurd bi xwe herêmên xwe birêve bibin. 

 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, piştî hevdîtina di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, pirsên rojnamegeran bersivand. Ebdî, bersiv da gotinên Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî ku digot “Daxwaza HSD’ê ya otonomiyê nîne.”
 
Mazlum Ebdî, diyar kir ku rayedarên Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê di mijara têgeh û navan de pirsgirêkan dijîn û got: “Pirsgirêkên dewleta Sûriyeyê bi nav û têgehan re heye. Lêbelê em, daxwaza rêveberiyeke herêmî ya Kurd/rêveberiyê dixwazin. Navê çi dibe bila bibe, ya girîng ew e ku ev Kurd be û şêweyê rêveberiya herêmî biparêze. Em, avadaniyeke ku her kes xwe tê de biewle hîs dike, bi taybetî taybetiyên Kurdan û çanda wan tê parastin, êriş li ser Kurdan nayên kirin û Kurd bi xwe herêmên xwe birêve dibin daxwaz dikin.” 
 
Mazlum Ebdî, da zanîn ku hevdîtina wî ya bi Nêçîrvan Barzanî re erênî derbas bûye. Ebdî, got ku her çend nêzikatiyên şandeyên Kurd ên cuda hebin jî, di mijara hedefê de bi hev re tevdigerin û ev yek destkeftiyeke girîng e. 
 
Pirsên ji Ebdî Hatin kirin û bersivên dayî wiha ne: 
 
Pirs: Min ji Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê pirsî, got ku Kurd daxwaza otonomiyê nakin. Gelo Kurdan daxwaza otonomiyê kiriye? 
 
Mazlum Ebdî: Pirsgirêkên dewleta Sûriyeyê bi nav û têgehan re heye. Lêbelê em, daxwaza rêveberiyeke herêmî ya Kurd/rêveberiyê dixwazin. Navê çi dibe bila bibe, ya girîng ew e ku ev Kurd be û şêweyê rêveberiya herêmî biparêze.
 
Pirs: Hevdîtinên we girîng bûn, gelo tu sozeke piştgiriyê ji bo we hate dayin, bi taybet jî ji bo otonomiyê? Çi temînat ji bo we hatin dayin? 
 
Mazlum Ebdî: (Di hevdîtinên me yên giştî de) Herkes hemfikir e ku divê Kurd xwedî maf bin, xweseriya herêmên Kurdan neyê bê dîtin, li ser herêmên Kurdan êriş neyên kirin û Kurd bikarin herêmên xwe bi xwe birêve bibin. 
 
Pirs: Gelo hevdîtina we ya bi birêz Serokê Herêma Kurdistanê re çawa derbas bû? Her wiha heke komên çekdar dîsa êrişî Kurdan bikin, gelo ew hêza hikûmeta Sûriyeyê heye ku bêyî ferq û cudahiyê bike hemû sûriyeyiyan biparêze? 
 
Mazlum Ebdî: Me spasiya birêz Serokê Herêmê kir. Ku ji bo hatina me ya vê derê bû alîkar. Her çend nêzikatiyên şandeyên Kurd ên cuda hebin jî, di mijara hedefê de bi hev re tevdigerin û me bi hev re xebatên baş kir. Di xebatan armanc yek bû, em şandeya Kurd weke yek dibînin. 
 
Pirs: Di hevdîtinên we kirin de gelo we ji rayedarên navneteweyî xwest ku bên serdana Rojava? 
 
Mazlum Ebdî: Belê, me di hemû hevdîtinan de anî ziman. Ji bo peymana me ya bi Şamê re bê bicihanîn, me got ku divê mekanîzmaya garantiyê hebe. 
 
Pirs: HSD dê weke sê tûgayan tev li artêşa Sûriyeyê bibe. Gelo ji bo Pêşmergeyên Roj vegerin Rojava hûn bi rayedarên Şamê re axivîn? 
 
Mazlum Ebdî: Ji bo me tu pirsgirêkek nîne, her ciwanekî Kurd dikare vegere û di wan her çar tûgayên di bin sîwana artêşa Sûriyeyê de tên avakirin û di nava hêza jinan de cih bigirin. Pêşmergêyên Roj jî dikarin tev li vê bibin û erka xwe bicih bînin. Ev ji bo parastina Rojava pêwîst e. 
 
Pirs: Civînên we bi Amerîkayî û ingilîzan re çêbûn, gelo ji bo rageşiyên li Rojava rû dayin careke din dubare nebin, tu garantî dane we yan na? 
 
Mazlum Ebdî: Me ji her kesî xwest ku tiştên hatine jiyîn dîsa dubare nebin. Heke dubare bibin, divê helwestekî nîşan bidin û me xwest ji bo cîbicîkirina peymanê mekanîzmayeke were avakirin. 
 
Pirs: Agahî hene ku we ji bo dayina otonomiyê bi Amerîkayiyan re hevdîtin kirine, gelo ev rast e? 
 
Mazlum Ebdî: Em têkildarî hûrgiliyên vê mijarê neaxiftin. Lêbelê em li ser wê sekinîn klu herêmên Kurdan xweseriya xwe biparêzin.     
 
Nûçeyên Têkildar
Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin <font color=#ff0000> HATE NÛKIRIN </font>
Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin HATE NÛKIRIN

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li cem kurê xwe Şervan Muslim ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.

Li Kobanê ji ber dorpêçê pirsgirêka tendurustiyê zêde bûye
Li Kobanê ji ber dorpêçê pirsgirêka tendurustiyê zêde bûye

Ji ber ku dorpêça li ser Kobanê bi tevahî nehatiye rakirin, gihîştina tenduristiyê zehmet dibe. Tê gotin ku heke dorpêç neyê rakirin, dê pirsgirêkên girantir rû bidin.

Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin
Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin

Ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li bajarê Qamişloyê merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de soz domandina têkoşîna Muslim hate dayin.

Avahiya Ronahî TV’yê bi temamî şewitî
Avahiya Ronahî TV’yê bi temamî şewitî

Li navenda Ronahî TV’yê ya li Qamişloyê şewat derket û avahî bi temamî şewitî.

HTŞ gundên Kobanê talan dike
HTŞ gundên Kobanê talan dike

Dîmenên talana komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya malên gundiyên Kobanê hate weşandin.