NAVENDA NÛÇEYAN -Serokê Şaneya Enformasyonê ya Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku girtiyên DAIŞ'î yên ji Sûriyeyê hatine veguhastin di îfadeyên xwe yên destpêkê de li sûcên xwe yên li dijî Êzidiyan mikur hatine.
Serokê Şaneya Enformasyonê ya Ewlehiyê ya Iraqê Saed Mean, der barê lêpirsînên endamên DAIŞ'ê yên ji Sûriyeyê bo Iraqê hatine veguhastin de agahî parve kir. Mean diyar kir ku îfadeyên destpêkê daxilbûna wan a di gelek sûcan de eşkere kiriye û got ku di nav de qirkirina li dijî Êzidiyan û bikaranîna çekên kîmyewî di dema dagirkirina hin deveran de heye.
Saed Mean diyar kir ku li gorî tedbîrên dadwerî lêpirsîneke berfireh li ser endamên DAIŞ'ê tê kirin û kesên ku daxilî sûcan bûne bi hûrgilî tên lêkolînkirin.
Encûmena Bilind a Darazê ya Iraqê berê temamkirina lêpirsînên destpêkê yên li ser zêdetirî 500 endamên DAIŞ'ê yên ku ji Sûriyeyê bo Iraqê hatine veguhastin ragihandibû. Di çend hefteyên borî de, bi tevahî 5 hezar û 704 endamên DAIŞ'ê yên girtî ku 61 ji wan Iraqî ne, bo Iraqê hatine veguhastin.