Li Nîjeryayê êrişa çekdarî: Herî kêm 38 kes mirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nîjeryayê, di êrişekî çekdarî ya li ser gundekî de herî kêm 38 kes mirin.
 
Zamfara li gel çeteyên ku bi bûyerên revandin, talankirin û avêtina ser gundan têne naskirin, her wiha ji ber gefa cîhadîstan di nava pirsgirêkeke cidî ya ewlekariyê de ye.
Polîsan û rayedarên xwecihî diyar kirin ku êrişa dawî şeva Pêncşemê li gundê Dutse Dan Ajiyayê hate kirin.
 
Rayedarên xwecihî ragihandin ku êrişkar bi motorsîkletê ketin nava gund, li derdorê reşandin û êrişî sivîlan kirin ku hewl didan birevin. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 38 kes mirin, lê belê hin çavkanî dibêjin ku hejmara qurbaniyan dibe ku bibe 50.
 
Berdevkê polîsan anî ziman ku li herêmê kontrol ji nû ve hatiye pêkanîn û dewriye dewam dikin.
 
ÊRIŞÊN LI BAKUR ZÊDE BÛN
 
Êriş heman piştî êrişên li eyaleta Kebbî ya cîran rû da ku koma cîhadîst Lakûrawa avêt ser 7 gundan û bi dehan kes qetil kir.
 
Tê gotin, dibe ku têkiliya Lakûrawa bi rêxistinên ser bi DAIŞ'ê heye.
Nûçeyên Têkildar
Dê Sûriye li dema şerê navxweyî bigere! <font color=#ff0000> - ANALÎZ </font>
Dê Sûriye li dema şerê navxweyî bigere! - ANALÎZ

Dorpêça li ser Kobanê, çalakiyên eşirên Reqa, Dêra Zorê û Tebqayê li dijî zext û zordariya aborî, dagirkeriya Îsraîlê li başûr û nezelaliya şerê li ser sînorê Iraqê hemû dibe ku Sûriyeyê ber bi wêdeyî şerê navxweyî ve bibin.

Daxuyaniya ‘Mafê axê yê Îsraîl’ bû sedema nerazîbûnan
Daxuyaniya ‘Mafê axê yê Îsraîl’ bû sedema nerazîbûnan

Daxuyaniya Balyozê DYA’yê yê li Îsraîlê Mike Huckabee, ku gotibû Îsraîl xwedî mafekî berfireh e li ser axa Rojhilata Navîn, di nava welatên Ereb de bû sedema nerazîbûnan.

Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: Herî kêm 18 kes mirin
Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: Herî kêm 18 kes mirin

Pakistanê li dijî sînorê Efxanistanê êrişekî hewayî pêk anî û di êrişê de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Pakistanê êrişa bombeyî: 14 kes mirin, zêdetirî 25 kes birîndar bûn
Li Pakistanê êrişa bombeyî: 14 kes mirin, zêdetirî 25 kes birîndar bûn

Li Pakistanê piştî du êrişên bombeyî, pevçûn rû dan. Hat diyarkirin herî kêm 14 kes mirine û zêdetirî 25 es jî birîndar bûne.

Keça Sedam bi veşarî bi Şara re hevdîtin kir: Planên nû yên şer
Keça Sedam bi veşarî bi Şara re hevdîtin kir: Planên nû yên şer

Hat ragihandin ku keça Sedam Hisên, Raghad Sedam Hisên bi awayekî “veşarî” bi serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Şara re hevdîtin kir. Hat ragihandin ku hevdîtin bi pêşengtiya Ingilistanê û bi beşdariya Îsraîlê hatiye kirin.