Daxuyaniya ‘Mafê axê yê Îsraîl’ bû sedema nerazîbûnan

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN -  Daxuyaniya Balyozê DYA’yê yê li Îsraîlê Mike Huckabee, ku gotibû Îsraîl xwedî mafekî berfireh e li ser axa Rojhilata Navîn, di nava welatên Ereb de bû sedema nerazîbûnan.
 
Balyozê DYA’yê yê li Îsraîlê Mike Huckabee yê ku di sala 2025’an de ji hêla Donald Trump ve hatibû wezîfedarkirin, di daxuyaniyekê li ser podcastekî de ji hêla şîrovekarê mûhafezekar ê DYA’y Tucker Carlson ve hatî weşandin, îdîa kir ku li gorî Tewratê, Îsraîl dikare daxwaza mafên xwe yên li ser "axa di navbera Nîl û Firatê de" bike.
 
Huckabee anî ziman ku hema hema ev herêm hemû Rojhilata Navîn digire nava xwe û got: “Hemû bigirin baş dibe, lê daxwazek bi vî rengî ya Îsraîlê nîne.”
 
JI GELEK WELATAN NERAZÎBÛN
 
Ev daxuyanî, rastî nerazîbûnan ji hêla Erebistana Siûdî, Urdun û Misrê ve hat. Erebistana Siûdî, vê daxuyaniyê wekî “bê berpirsyarî û xetere’ binav kir. Urdun, jî diyar kir ku ev yek li dijî serweriya welatên herêmê binpêkirina maf e. Wezareta Karûbarên Derve ya Misrê, jî destnîşan kir ku mafê Îsraîl ne li ser axên dagirkirî ya Îsraîlê heye û ne jî li ser herêmek a welatên Ereb.
 
Otorîteya Neteweyî ya Filistînê, diyar kir ku ev şîrove bi daxuyaniyên berê yên Trump ên dijî-îlhaqê re bi nakok in.
 
Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û nêzîkî 15 welatên din, digel Yekitiya Ereban, ev daxuyanî şermezar kirin û xetere dîtin.
 
Daxuyanî di demekê de ku Îsraîl kontrola xwe li ser Şerîaya Rojava, ku ji sala 1967’an vir ve dagir kiriye berfireh dike, hat. Îsraîl berê Rojhilatê Qudsê û hin girên Golanê îlhaq kiribû.
 
 
Nûçeyên Têkildar
Dê Sûriye li dema şerê navxweyî bigere! <font color=#ff0000> - ANALÎZ </font>
Dê Sûriye li dema şerê navxweyî bigere! - ANALÎZ

Dorpêça li ser Kobanê, çalakiyên eşirên Reqa, Dêra Zorê û Tebqayê li dijî zext û zordariya aborî, dagirkeriya Îsraîlê li başûr û nezelaliya şerê li ser sînorê Iraqê hemû dibe ku Sûriyeyê ber bi wêdeyî şerê navxweyî ve bibin.

Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: Herî kêm 18 kes mirin
Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: Herî kêm 18 kes mirin

Pakistanê li dijî sînorê Efxanistanê êrişekî hewayî pêk anî û di êrişê de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Nîjeryayê êrişa çekdarî: Herî kêm 38 kes mirin
Li Nîjeryayê êrişa çekdarî: Herî kêm 38 kes mirin

Li Nîjeryayê, di êrişekî çekdarî ya li ser gundekî de herî kêm 38 kes mirin.

Li Pakistanê êrişa bombeyî: 14 kes mirin, zêdetirî 25 kes birîndar bûn
Li Pakistanê êrişa bombeyî: 14 kes mirin, zêdetirî 25 kes birîndar bûn

Li Pakistanê piştî du êrişên bombeyî, pevçûn rû dan. Hat diyarkirin herî kêm 14 kes mirine û zêdetirî 25 es jî birîndar bûne.

Keça Sedam bi veşarî bi Şara re hevdîtin kir: Planên nû yên şer
Keça Sedam bi veşarî bi Şara re hevdîtin kir: Planên nû yên şer

Hat ragihandin ku keça Sedam Hisên, Raghad Sedam Hisên bi awayekî “veşarî” bi serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Şara re hevdîtin kir. Hat ragihandin ku hevdîtin bi pêşengtiya Ingilistanê û bi beşdariya Îsraîlê hatiye kirin.