Li Parlamentoya Ewropayê civîna ‘Diyaloga Tirkiye û Kurdan’

Parve bike:

STENBOL - Civîna ku ji aliyê Komîsyona Hemwelatiyên Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) û Koma Sosyalîstên Pêşverû û Tifaqa Demokratan a Palamentoya Ewropayê tê lidarxistin, dê Îlham Ehmed û Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn beşdar bibin.

 
Li paytexta Belçîke Brukselê di Parlamentoya Ewropayê de dê civînekî girîng bê lidarxistin. Di civîna maseya gilover a bi sernava “Tirkiye û Kurd di nava diyalogê de ne: Aştî, Lihevkirin û Demokrasî” a ku îro tê lidarxistin de, dê pêvajoya siyasî ya li herêmê û geşedanên dawî yên li Rojava bên gotûbêjkirin. 
 
Civîna bi pêşengiya Komîsyona Hemwelatiyên Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) û Koma Sosyalîstên Pêşverû û Tifaqa Demokratan a Palamentoya Ewropayê û bi pişgiriya gelek kesên girîng ên navneteweyî tê lidarxistin. Hate destnîşankirin ku dê kesên wekî Leyla Zana, xelatgira Nobelê Şîrîn Ebadî, Bianca Jagger û Noam Chomsky pişgiriyê bidin.
 
Herwiha dê Endamê Şandeya Îmraliyê ya partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mîthat Sancar û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed wek axêver beşdarî civînê bibin. 
 
REWŞA JINÊN LI SÛRIYEYÊ      
 
Herwiha dê tê payîn ku Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn dê der heqê pêvajoya entegrasyona li Sûriyeyê û rewşa jinên herêmê beşdaran agahdar bike.
 
DÊ TEVKARIYA YE’YÊ BÊ GOTÛBÊJKIRIN    
 
Di metana vexwendinê de, îşaret bi rewşa ku piştî banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan derketiye holê hate kirin û hate diyarkirin ku dê tevkeriyên Yekitiya Ewropayê (YE) ya ji bo aştî û demokrasiyê bê gotûbêjkirin.
 
Herwiha hate destnîşankirin beşdariya xurt a ji bo aştiya herêmê girîng e û hemû endamên YE’yê hatin vexwendin.
 
Nûçeyên Têkildar
Li dijî tundiya zayendî ya di şer de kampanya hate destpêkirin
Li dijî tundiya zayendî ya di şer de kampanya hate destpêkirin

Li Swîsreyê aktîvîstên jin ên ji neteweyên cuda li dijî tundiya li ser jinan a di şeran de kampanyaya îmzeyan a “Free All Woman” dan destpêkirin.

Parêzer Menzione: Êrişên li ser Rojava sûcên navneteweyî û yên li dijî mirovahiyê ne
Parêzer Menzione: Êrişên li ser Rojava sûcên navneteweyî û yên li dijî mirovahiyê ne

Parêzerê Îtalî Ezio Menzione diyar kir ku di êrişên li ser Rojava de sivîl rasterast bûne hedef û got: "Ev sûcekî navneteweyî û li dijî mirovahiyê ye, divê ev sûc neyê qebûlkirin."

'Beşdarbûna Konferansa Munîhê tê wateya naskirina hêzeke siyasî'
'Beşdarbûna Konferansa Munîhê tê wateya naskirina hêzeke siyasî'

Rojnamevan Fehîm Işik diyar kir ku beşdarbûna Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di Konferansa Munîhê de tê wateya naskirina hêzeke siyasî.

Mazlum Ebdî: Em daxwaza sîstemeke ku Kurd xwe birêve dibin dikin
Mazlum Ebdî: Em daxwaza sîstemeke ku Kurd xwe birêve dibin dikin

Mazlum Ebdî, diyar kir ku rêveberiya Şamê di mijara “nav û têgehan” de pirsgirêkan dijî û got ku daxwaza wan a sereke ew e ku Kurd bi xwe herêmên xwe birêve bibin.

Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê re civiyan
Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê re civiyan

Nûnerên Kurd Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johannes Wadephul re hevdîtin kir.