NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişên Îsraîl û DYA’yê de, 181 jê zarok bi giştî hezar û 97 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 10 jê zarok bi giştî 5 hezar û 402 sivîl jî birîndar bûne.
Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA), têkildarî bîlançoya êrişên 4 rojan ên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê parve kir. Di raporê de hate diyarkirin ku li dijî 19 bajar û 85 noqteyan 104 êriş hatine kirin. Hat gotin ku di êrişan de hezar û 97 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Hat destnîşankirin ku ji kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dan 181 zarokên di bin 10 saliyê de bûn. Hat gotin ku 880 bûyerên mirinê jî hêj nehatine piştrastkirin û lêpirsîna wan didome.
Hate diyarkirin ku di êrişan de heta niha 5 hezar û 402 sivîl birîndar bûne û wiha hate gotin: “Ji van birîndaran 100 jê zarok in. Li gorî agahiyên pişrastkirî, di 3’yê Adarê de 15 sivîl hatin kuştin û yek jî birîndar bû.” HRANA’yê, got ku di êrişên 3’yê Adarê de 12 leşker jî hatine kuştin. Hate gotin ku di nava 24 saetên dawî de 10 bûyerên mirinê li benda piştrastkirinê ne. Hat gotin ku hewl didin piştrast bikin ka ev kesên hatine kuştin sivîl in an leşker.