Trump: Îran, dê îro derbeke pir dijwar bixwe

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN -Trump ku daxuyaniya Pezeşkiyan nirxand, diyar kir ku dê rayedarên Îranê hedef bên girtin û got: "Îro, Îran dê derbeke pir dijwar bixwe." 
 
Serokê DYA'yê Donald Trump li ser şerê li Îranê daxuyaniyek da. Trump bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî axivî û peyama ku êriş dê berdewam bikin da. Trump ku daxuyaniya Serokwezîrê Îranê Mesûd Pezeşkiyan nirxand ku gotibû ew ê bi şert û merc êrişên li ser welatên herêmê rawestînin, got: "Îranê piştî ku derbeyên giran xwarin, ji cîranên xwe yên Rojhilata Navînê lêborîn xwest û teslîm bû, soz da ku dê êdî êrişî wan neke. Ev soz tenê ji ber êrişên bênavber ên DYA û Îsraîlê hat dayîn. Armanca wan ew bû ku Rojhilata Navînê bigirin û bi rê ve bibin. Piştî bi hezaran salan cara yekem e ku Îran ji aliyê welatên cîran ên Rojhilata Navînê ve hat têkbirin.
 
Wan got, 'Spas, Serok Trump.' Min got, 'Rica dikim.' Îran êdî ne 'Zordarê Rojhilata Navînê ye', lê belê 'Windakarê Rojhilata Navînê ye' û dê bi salan wisa bimîne, heta ku teslîm bibe an jî bi îhtîmaleke mezintir, bi tevahî hilweşe!
 
Îro, Îran dê derbeke pir dijwar bixwe! Ji ber reftara xirab a Îranê, herêm û komên mirovan ku berê wekî hedef nehatibûn hesibandin, niha di xetereya tunekirinê û mirinê re rû bi rû ne."