Xelatgira Nobelê Jody Williams: Pêdiviya me bi rêberên wekî Abdullah Ocalan heye

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams diyar kir ku pêşveçûna pêvajoya li Tirkiyeyê dê ji bo cîhanê bibe mînak û got: “Pêdiviya me bi rêberên wekî Abdullah Ocalan heye.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin berdewam dike. Rexmê ku Tevgera Azadiyê ya Kurd di çarçoveya pêvajoyê de gelek gav avêtine jî, ji aliyê desthilatê ve hêj gavekî şênber nehatiye avêtin. Tevî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Komîsyona Meclisê di rapora xwe de ji bo pêkanîna biryara "mafê hêviyê" pêşniyara verastkirina qanûnî nekir.
 
Di salvegera banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan de, 33 ramangêrên navdar ên cîhanê ji bo pêkanîna “mafê hêviyê” bangek weşandin. Yek ji wan navên ku îmze avête bin vê bangê û berê jî di daxuyaniyên piştgiriyê ya xelatgirên Nobelê de cih girtibû, Jody Williams e.
 
Jody Williams der barê banga xwe û rewşa Abdullah Ocalan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
‘EV BANG BÊHEMPA Û WÊREK E’  
 
Jody Williamsê diyar kir ku Abdullah Ocalan rêberekî girîng e û dema mirov di çarçoveya dîroka Tirkiyeyê de lê dinêre, banga wî pir wêrek e û ev tişt got: “Li gorî min, ev gava Abdullah Ocalan bi rastî diheyirîne. Ev rewş veguherîna ku Mandela di zindanê de jiyabû tîne bîra mirov. Min jî xwest piştgiriyê bidim vê. Mirovên ku mîna wî banga guhertinekî radîkal dikin kêm tên dîtin. Ez fikirîm ku ev tiştekî bêhempa û wêrek e û min xwest ji bo alîkariyê tiştekî bikim.”
 
Jody Williamsê anî ziman ku ew ji Şerê Vîetnamê û vir ve ji bo bidawîkirina şeran têdikoşe û xwest nîşan bide ku tevî helwesta şerxwaz a serokên dewletan, rêyekî pekvejiyanê heye.
 
‘PÊDIVIYA ME BI RÊBERÊN WEKÎ ABDULLAH OCALAN HEYE’  
 
Jody Williamsê destnîşan kir ku pêkanîna “mafê hêviyê” pêwîstiyek e û wiha pê d çu: “Ez wî wekî rêberê piranîya Kurdên cîhanê hatiye qebûlkirin dibînim û divê ew azad be. Di heman demê de ew bi awayekî neqanûnî girtî ye û mafên wî ji aliyê Tirkiyeyê ve tên binpêkirin. Ji bo ku bikaribe alîkariya pêşveçûna pêvajoyê bike, divê azad be. Di girtîgehê de ev yek pir dijwar e. Lêbelê, Tirkiye destûrê dide hin hevdîtinan ev guhertinek e û bi dîtina min baş e. Lê hukûmeta Tirk ji bo pêşveçûna pêvajoyê bi awayekî şênber tu tişt nekiriye. Ji ber vê yekê, daxwaz û eleqeya mirovên ji çar aliyên cîhanê ya ji bo îmzekirina daxuyaniyekî wiha hêviya min xurt dike. Lewra em di cîhanekê ku hiqûqa navneteweyî parçe bûye de dijîn. Pêdiviya me bi rêberên wekî Abdullah Ocalan û mirovên wekî gelê Kurd ê wêre heye. Divê verastkirinên qanûnî bên kirin.”
 
‘DÊ JI BO CÎHANÊ BIBE MÎNAKEKÎ BÊHEMPA’  
 
Jody WilliamsÊ destnîşan kir ku misogekirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê bibe gavekî girîng û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heke ew were berdan û destûr were dayîn ku pêvajo bi rêkûpêk dewam bike, heke di navbera gelên Tirkiyeyê de hevfêmkirin, hevqebûlkirin û ji bo qenciya herî mezin xebata bi hev re bibe, ev dê ji bo cîhanê bibe mînakekî bêhempa. Ez hêvî dikim ku em xelatgirên Nobelê bikarin alîkar bin.”
 
MA / Hîvda Çelebî