Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê, êrişî 2 keştiyên Fîloya Sumudê ya ku alîkariya insanî dibe Xezeyê kir.

 
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê, êrişî keştiyên Fîloya Sumud a Kûrevî ku ji bo şikandina dorpêça li ser Xezeyê û gihandina alîkariya mirovî bi rê ketibû, kiriye. Maseya Krîzê ya Fîloya Sumud a Kûrevî, der barê rewşa dawî ya fîloyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê, li avên navneteweyî êrişî keştiyên bi navên 'Alcyone' û 'Girolama' yên ku ber bi Xezeyê ve diçûn kiriye û gule li wan reşandine."
 
MÎSYONA BIHARÊ YA FÎLOYA SUMUDÊ
 
Mîsyona Biharê ya 2026'an a Fîloya Sumud a Kûrevî ku armanca wê şikandina dorpêça Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezeyê û gihandina alîkariyên insanî ye, şeva 29'ê Nîsanê li nêzî girava Girîtê, çend mîlên deryayî li derveyî avên herêmî yên Yûnanîstanê, rastî mudaxileya artêşa Îsraîlê hatibû. Di êrişa li avên navneteweyî de ku 600 mîlên deryayî dûrî Xezeyê bû, artêşa Îsraîlê 177 aktîvîst desteser kiribûn.
 
Artêşa Îsraîlê, di 18'ê Gulanê de êrişeke nû li dijî fîloya ku 426 aktîvîstên ji 39 welatan tê de cih digirin kir û li avên navneteweyî gelek aktîvîst dîl girt.