Trump gef li Ummanê xwarin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA'yê Donald Trump ku têkildarî Tengava Hurmuzê axivî, ji bo Ummanê got: "Ger Umman derkeve pêşiya me, em ê wan serobino bikin." 
 
Serokê DYA'yê Donald Trump, têkildarî muzakereya bi Îranê û şer axivî. Trump ku di Fox Newsê de ji Trey Yings re axivî, piştrast kir ku rêveberiyê rasterast rêyeke pêwendîdanînê ya veşarî ya bi Muhafizên Şoreşê re daniye, lê belê ew ji bo bidawîkirina pevçûnê ecele nake. Trump got: "Lîstikvanên baş ên pokerê ne, lê dimirin. Nexşerêyeke min a demeke diyarkirî tune ye. Ecela min tune ye." 
 
Trump ji bo pevçûneke muhtemel a bi Îranê re got ku ger Umman daxil bibe, ew ê Ummanê "serobino" bikin.