Li Îzmîrê 16 xwendekar hatin binçavkirin

Parve bike:

ÎZMÎR - Xwendekarên zanîngehê yên li Îzmîrê nehiştin ulkucu di nava kampusê de standê vekin, piştî 7 mehan hatin binçavkirin. 

 
Îro di danê sibehê de li Îzmîrê bi ser gelek malan de hate girtin û 16 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku 7 meh berê ulkucuyan xwestin li Zanîngeha Dokuz Eylulê ya Îzmîrê standê danin lê destûr nehatibû dayin û xwendekar bi vê sedemê hatine binçavkirin. Xwendekarên binçavkirî bi îdiayên “dijminatî û kînê di nava gel de belav dikin”, “Perwerde û fêrkirin asteng kirine” û “kes ji azadiya xwe bêpar hiştine” hatine tawanbarkirin. 
 
Xwendekar, ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.