Komeleya Em ji bo Pêşerojê li Vir in hat damezirandin: Ciwan dê pêşeroja xwe ava bikin

Parve bike:

AMED - Rêveberên Komeleya Em ji bo Pêşerojê li Vir in a ku nû hat damezirandin, destnîşan kirin ku pêşerojeke bihêz tenê bi destê ciwanên zana, aktîf û xwedî berpirsiyarî dikare were avakirin.

 
Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet ên ku ciwanan dikin hedef, bi qumar, fihûş û tiryakê berdewam dikin. Li dijî vê xebatên pêşengiya ciwanan di qada civakî de xurt dikin jî berdewam dikin. Komeleya Em ji bo Pêşerojê li Vir in ku dê di 23'yê Gulanê de li Parka Eyşe Şanê ya li navçeya Rezan a Amedê deriyê xwe vebike, amadehiyê dike ku di avakirina têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet de cihê xwe bigire.
 
 
Endama Komuna Tendurustiyê Sosin Kortak û rêveberê komeleyê Semîh Yurek, têkildarî armacna vekirina komeleyê û hewcedariya civakî, ji ajansa me re axivîn.
 
Sosin Kortakê diyar kir ku wan di avakirina komeleyê de berî her tiştî têkoşîna li dijî tiyakê ji xwe re kirine esas û anî ziman ku li Kurdistanê di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de şiyana ramanê, asta zanabûnê û birêxistinbûna ciwanan tê hedefgirtin û ev tişt got: "Bi vî şerê taybet re dixwazin ruhê berxwedanê, şiyana ramanê û ruhê rêxistinbûnê yê kesan û ciwanan tune bikin. Dixwazin mirov ji cewherê xwe û ji parastina civaka xwe qut bikin. Bi taybetî dema em li vê erdnîgariyê dinêrin, em dibînin ku bikaranîna tiryakê hatiye berfirehkirin û ev yek bi şêwazekî sîstematîk tê kirin. Dixwazin ciwan nefikirin û hilberînê nekin, armanca wan ev e. Plana me ew e ku em bi ciwanan re ne tenê îro, pêşerojê jî bi hev re ava bikin. Em dixwazin hemû ciwanan li vir bibînin. Ji ber ku em wan wekî hêza pêşerojê dibînin. Bi guhdarkirina wan û bi ramanên wan, em plan dikin ku di gelek qadên cuda de projeyan çêbikin. Kursên me yên teknolojî, tendurustî, werzîş, ekolojî, hiqûq û matematîka Kurdî dê hebin. Me qadek wisa ava kiriye ku her ciwan dikare xwe tê de bibîne."
 
PÊŞENGIYA CIWANAN
 
Rêveberê komeleyê Semîh Yurek jî qala pêşengiya ciwanan kir û wiha axivî: "Em dixwazin li dijî van polîtîkayan xwe ji nû ve ava bikin. Ji bo jiyaneke nû û ji bo ku em bikaribin jiyaneke exlakî û polîtîk ji nû ve ava bikin, em vê dikin. Komunên me yên tendurustî, werzîş, hiqûq, dîjîtal, plansaziya projeyê, aborî û ekolojiyê hene.
 
Di heman demê de dê kargehên me yên matematîka Kurdî jî hebin. Xebatên me yên ji bo kargehên Kurmancî û Kirmanckî jî berdewam dikin. Ji bo kargeha xwe ya werzîşê, em bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re xebateke hevpar dikin. Planên me ji bo vî bajarî hene da ku di bin pêşengiya ciwanan de polîtîkayên werzîşê ava bikin. Em bi saziyên li bajêr re bi hev re dixebitin. Dê kursên me yên robotîk û ewlehiya sîberê hebin, em ê hevalên ku dê di bin sîwana komeleya me de bixebitin perwerde bikin. Qada ekolojiyê ji bo me pir girîng e. Em ê li cîhê xwe yê li Peyasê xebatên ekolojiyê bikin. Di vê parkê de jî dê xebatên me hebin."
 
BANGA JI BO VEKIRINÊ
 
Yurek diyar kir ku armanca wan ew e ku xuyabûna ciwanan di qada civakî de zêde bikin û bang li ciwanan kir ku ji bo di polîtîka û siyaseta bajarên Kurdistanê de rola xwe bînin cih û mafên xwe bi kar bînin, tevli xebatên komeleyê bibin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em dibînin ku ciwan li hemû parkên Amedê tiryakê bikar tînin. Ciwan bi polîtîkayên şerê taybet re rûbirûyî êrişan dibin. Ji ber ku hemû park veguherîne qada tiryakê, me komeleya xwe di vê parkê de ava kir. Em dixwazin hemû ciwan li dijî şerê taybet baldar bin."
 
Yurek diyar kir ku ew ê xebatên xwe bi ciwanan û gel re bi hev re bikin û bi dirûşma “Pêşeroj di ciwantiyê de ye” her kes vexwend derîvekirina komeleyê ya ku dê di 23'yê Gulanê de saet di 17.00'an de li Parka Eyşe Şanê bi konserê pêk bê.