WAN - Leyla Çakir ku piştî ku bi KHK'ê ji karê xwe hat avêtin, li dijî asîmîlasyonê berê xwe da zimanê Kurdî, hem zarokan bi zimanê dayikê perwerde dike û hem jî karê wergerê dike.
Polîtîkayên asîmîlasyonê û sînordarkirinên li ser bikaranîna Kurdî bi salan e berdewam dikin. Ji aliyê din ve, têkoşîna ji bo xebatên ziman ku ji gelek aliyan ve ji hêla van polîtîkayan ve di bin dorpêçê de ye, bi biryardarî berdewam dike. Bi taybetî jin di vê têkoşînê de roleke pêşeng dilîzin.
Leyla Çakir, piştî ku di sala 2017'an de ji ber biryarnameya di hukmê qanûnê de (KHK) ji karê xwe hat avêtin, dest bi pêşvebirina zimanê Kurdî kir. Wê hemû xebatên xwe bi Kurdî kir û li Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) perwerdehiya zimanê Kurdî da zarokan. Leyla Çakir her wiha berhemên Tirkî wergerandiye Kurdî.
BANGAWAZÎ
Eleqe û xebata Leyla Çakirê bi zimanê Kurdî re di sala 2009'an de dest pê kir. Di salên zanîngehê de bi hînbûna alfabeya Kurdî dest pê kir û xwendina xwe gihand asta wergerê. Piştî ku 15 salan mamostetiya Ziman û Wêjeya Tirkî kir û ji karê xwe hat avêtin, wê Kurdî kir mijara xwe ya sereke. Leyla Çakirê diyar kir ku ji ber daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê û ji ber dijberiya şer ji karê xwe hatiye avêtin û got ku ew li ser zimanê Kurdî û çanda Kurdî lêkolînan dike û bi hînkirina zarokan bi Kurdî beşdarî parastina zimên dibe.
Leyla Çakirê destnîşan kir ku ev nikare bibe berpirsiyariya kesekî tenê û bang li her kesî kir ku ziman û çanda xwe li mala xwe û kolanên xwe zindî bihêlin.
BI HER DU ZIMANAN WERGERÊ DIKE
Leyla Çakirê ku got wê xwe bi rêya xwendina xwe ya li ser zimanê Kurdî kifş kiriye, ev tişt gotin: "Ez bi Tirkî mezin bûm û perwerde bûm û min piraniya jiyana xwe bi Tirkî jiya, lê piştî xwendina min a li ser Kurdî, ev yek bi tevahî berevajî bû. Şêwaza jiyana min li dora zimanê min ê dayikê zîvirî. Niha, ez xwendekarek li beşa Lêkolînên Kurdî ya zanîngehê me. Piştî mezûnbûnê, ez dixwazim di warê xwe de pispor bibim û bi wergerandina bêtir pirtûk û romanan di karê xwe de profesyoneltir bibim. Ez pirtûkên ku hevalên me ji girtîgehan dişînin werdigerînim. Ez bi her du zimanan wergeran dikim."
Leyla Çakir bilêv kir ku qursên werger û sererastkirinê dê li komeleya nivîskaran a li Wanê vebûye werin dayîn û got: "Zimanê me yê dayikê hebûna me ye û ji ber vê yekê divê em di jiyana xwe de wê berbiçav bikin."
Leyla Çakirê diyar kir ku divê eleqeya ji bo wêje û nivîsandina Kurdî zêde bibe û got: "Ji îro û pê ve, ez ê jiyana xwe ji bo zimanê xwe û çanda Kurdî terxan bikim. Ez ê vê yekê ne tenê ji bo xwe, di heman demê de ji bo pêşeroja zarokên xwe jî bikim. Bi vê yekê, em ji bo nifşê nû mîrateyekê, bîranînekê dihêlin."
Leyla Çakirê anî ziman ku di nav gavên ku di çarçoveya pêvajoyê de werin avêtin de, ew daxwaza naskirina mafên Kurdan û qanûnîkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê dikin.
DI 5 SALAN DE 50 PIRTÛK
Leyla Çakirê ku diyar kir ku wê 50 pirtûk wergerandiye, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piraniya pirtûkan bi zimanê Tirkî ne û gelek ji wan ji bo wergerandinê ji girtîgehê hatine û min ew wergerandin. Ez alîkariya hevalên xwe yên ku projeyên wan hene dikim. Niha ez çîrokên ku di demên berê de qewimîne berhev dikim û wan vediguherînim pirtûkan û bo Kurdî."