ŞIRNEX - Li gundê Kiwex ê navçeya Hezex a Şirnexê, welatiyên ji baweriyên cuda yên ku beşdarî pîrozbahiya "Çarşama Sor" bûn, daxwaza piştgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin kirin û gotin: "Em hemû hewceyî aştiyê ne."
Pîrozbahiya Çarşama Sor di 15'ê Nîsanê de li gundê Kiwex ê navçeya Hezex a Şirnexê, bi beşdariya bi hezaran kesên ji baweriyên cuda hat lidarxistin. Bi hezaran kesên ji her temenî, ji Şengal heta Riha, ji Mêrdînê heta Amedê, ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê heta welatên Ewropayê, beşdarî pîrozbahiya mîna cejnê bûn. Di pîrozbahiyê de dua ji bo aştiyê hatin kirin ku Êzidî bi cilên xwe yên gelêrî beşdar bûn.
Her wiha balkêş bû ku piraniya beşdarên pîrozbahiyê welatiyên ji baweriyên din bûn.
Welatiyên beşdarî pîrozbahiyê bûn, xwestin ku cejn aştiyê bîne û piştgiriya xwe ji bo Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, diyar kirin.
Mervan Elemdar Babîrî, rêberê olî yê Êzidiyan ku ji Almanyayê hat da ku beşdarî pîrozbahiyê bibe, diyar kir ku divê Êzidî ax û nirxên xwe biparêzin. Mervan Elemdar Babîrî, girîngiya yekîtiya di navbera Êzidiyan de destnîşan kir û got: "Êzîdî bawer dikin ku hemû bawerî dikarin bi aştiyane bi hev re bijîn. Çawa ku bawerî dikarin bi hev re bijîn, gel jî dikarin bi hev re bijîn. Şer, wêranker e. Kesî qet ji şer sûd negirtiye. Tiştek ji hêstirên dayikan êşdartir nîne. Ev ax ji bo me hemûyan bes e. Êzidî li ku derê bin, divê ew vegerin welatê xwe. Ger aştî hebe, ger li vê axê ji ber ol, bawerî an etnîsîteya xwe kes neyê cudakarîkirin, wê hingê Êzidî dê vegerin. Ji bo vê yekê, divê em ew kes bin ku herî zêde piştgiriyê didin vê pêvajoyê."
Serpîl Oner ku ji Sêrtê beşdar bû, got: "Wekî jin, hêviyên me ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mezin in. Em hêvî dikin ku ew ê bi ser bikeve. Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê."
Zekeriya Dursun bilêv kir ku wî par li Herêma Kurdistana Feder cejn pîroz kiriye û ji Almanyayê hatiye û got: "Di vê pêvajoyê de, divê ji bo mafên gelê Kurd û azadiya hemû baweriyan rêziknameyên qanûnî werin danîn. Biratî tiştekî xweş e, lê şertên wê hene. Divê ev şert werin bicîhanîn û gavên berbiçav werin avêtin. Gelek bawerî û komên etnîkî hene. Em bi hemû dilê xwe piştgiriyê didin pêvajoyê."
Şîrîn Demîrê, Dayika Aştiyê ya ji Cîzîrê, xwest ku ev cejn bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan. Sevgî Şakar ku ji Hezexê beşdarî pîrozbahiyê bû, got: "Em aştiyê dixwazin. Ji vir, em silavên xwe yên cejnê ji her kesê ku di zindanan de li ber xwe dide re dişînin. Gelê Şengal gelek êş kişandiye. Ew li çar aliyên cîhanê belav bûne. Em dixwazin ku gelê Şengalê cejna xwe li ser axa xwe bi azadî pîroz bike. Ji bo ku her kes vegere axa xwe, divê ev pêvajo bi ser bikeve."
Nusrettin Genç, niştecihekî Kiwexê diyar kir ku Kiwex bi hezaran sal berê hatiye damezrandin û got: "Gundên me ji ber zilmê vala bûn. Niha em vedigerin gundê xwe. Xelk hêdî hêdî vedigerin gundên xwe. Îro, ji çar aliyên Kurdistanê mirov li vir hene. Kurdistan yek perçe ye, ne çar. Sala bê, em dixwazin li vir pîrozbahiyekê bikin ku Êzidî vegeriyane gundên xwe û di cejna xwe de hîn bêtir mirovan bibînin. Bila Êzidî cejna xwe li gundên xwe pîroz bikin. Bila her kes ji bo aştiyê rola xwe bilîze. Ev pêvajo me kêfxweş dike. Em hêvî dikin ku aştî dê tiştên baş bîne."
‘ÊDÎ BILA MIRIN ÇÊNEBE'
Rewas ku ji Şengalê beşdarî pîrozbahiyê bû, der barê Çarşema Sor û baweriya Êzidiyan de agahî da û got: "Di çareseriyê de qencî heye û di nebûna çareseriyê de xerabî heye." Kandi Beliz ku ew jî ji Şengalê ye, diyar kir ku tevî ku bi gelek fermanan re rû bi rû mane jî, Êzidî her gav ji bo aştiyê hewl dane. Ait Haci, ji navçeya Başîka ya Mûsil a Iraqê, kêfxweşiya xwe anî ziman ku Çarşema Sor îro ji hêla gelek kesên ji baweriyên cuda ve tê pîrozkirin û got ku wan îro ji bo aştiyê dua kiriye.
Velî Yildirim ku ji Midyadê ji bo beşdarbûna pîrozbahiyê hat, diyar kir ku ew nizane Çarşama Sor tê çi wateyê û ew hatiye hîn bibe. Yildirim got: "Em aştiyê dixwazin. Bila êdî mirin çênebe."
Semîre Înce ku duh êvarê bi malbata xwe re ji Rihayê ji bo beşdarbûna pîrozbahiyê gihîşt gund, got ku ew hatiye ku Êzidiyên ku bi gelek fermanan re rû bi rû mane nas bike û her kes vexwend ku guh bidin wan da ku wan fêm bikin. Şêx Ahmet û Huseyin Bezek ku ji navçeya Wêranşar a Rihayê hatin, diyar kirin ku hêviya wan ji bo aştiyê heye û bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
MA / Emrûllah Acar