ÇEWLIG - Rêveberên Komeleya Lêkolîn û Parastina Zimanê Kurdî ya Mazêrê ku ji bo pêşvebirina Kurdî li Çewligê hat avakirin, gotin: “Em bawer dikin ku xebatên ziman dê bandoreke mezin li ser civakê bikin. Ji ber vê yekê me xebateke wiha da destpêkirin.”
Li Çewligê ku ev salên dirêj in xebatên zimanê Kurdî lê nedihatin kirin, piştî zêdetirî 11 salan, Komeleya Lêkolîn û Parastina Zimanê Kurdî ya Mazêrê di 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de hate vekirin. Komeleya ku bi armanca parastin û xurtkirina Kurdî di jiyana civakî de dest bi xebatên xwe kiriye, armanc dike ku xebatên rêxistinbûnê bike. Ji rêveberên komeleyê Bunyamîn Dorun û Bêrîtan Yaşar, der barê pêvajoya vekirina komeleyê û xebatên ku dê di çarçoveya komeleyê de bikin axivîn.

Bunyamîn Dorun diyar kir ku armanca wî ya hatina Çewlîgê fêrbûna zaravayê Kirmanckî yê Kurdî ye û anî ziman ku li vir rû bi rûyê xetereyek mezin hatiye û ev tişt got: “Me dît ku mirov êdî bi Kirmancî naaxivin, bi Kurmancî jî naaxivin. Vê rewşê di nav me de fikarên mezin çêkir û em fikirîn ku divê ji bo vê xebatek were kirin. Di vê pêvajoyê de em bi gelek mamosteyên xwe re axivîn û piştî zêdetirî 11 salan me xwest ku li Çewligê ji nû ve xebatên ziman bikin û ziman zindî bikin. Mijara me ya sereke ziman e. Lewre em bawer dikin ku xebatên ziman dê bandoreke mezin li ser civakê bikin. Ji ber vê yekê me xebateke wiha da destpêkirin. Di her polê de em perwerdehiyê didin nêzî 20 kesan. Di serdemên pêş de ger daxwaz zêde bibin, em ê polên bêtir vekin."
'JI BO EZ ZIMANÊ XWE JIBÎR NEKIM EZ VEGERIYAM KURDISTANÊ'
Bêrîtan Yaşar jî wiha axivî: "Ziman ji bo mirovan pir girîng e. Ez ji Agiriyê me, lê li Îzmîrê mezin bûm. Li Îzmîrê peywendiya min a bi zimanê min ê dayikê pir kêm bû. Ji bo ez zimanê xwe jibîr nekim vegeriyam Kurdistanê. Min wek rêveber di Komeleya Mazêrê de cih girt. Li vir sînora temen tüne, her kes dikare di dersan de cih bigire.