Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn 2022-05-19 10:34:12 AMED - Di demsala biharê de reng û dengê xwezayê merivan mest dike. Li Kurdistanê kulîlk, bi reng û xemla welat vebûn.  Xwezaya Kurdistanê ewqas xweşik û bi ezamet e ku mirovan şaş û mat dike. Sirûşta her demsalên vî welatî xweşik in lê coşa biharê hinek zêdetir e. Bihara erdnîgariya Kurdistanê bi zindîbûn û rengîniya xwe her tim şewqa xwe daye ser rûyê erdê. Çol, çiya, deşt û newalên wê mîna rengê welat bi kulîlkan dixemilin. Li Kurdistanê kulîlk, bi reng û xemla welat vebûn.      Bi hatina meha nîsan û gulanê re her dever bi rengên cuda dixemile û dibe mîna kuncikeke ji bihûştê. Yek ji van deveran jî derdora gundê Kengerlî ya bi ser navçeya Sûr a Amedê ve ye ku dikeve ser rêya Farqînê. Di her demsalên biharê de zeviyên nîskan ên li derûdora vî gundî, bi rengê kulîlkên bûkanî û xerdelê dixemilin. Ev kulîlkên bûkanî yên sor û kulîlkên xerdelê yên zer, li ser rengê kesk ên zeviya nîsk û geniman dibe armoniya rengan. Dema roj diçe ava, tîrêjên xwe li pelên kulîlkan dixe û rengeke xweşik li pey xwe dihêle.      Li aliyekî xweşikiya rengê biharê û li aliyê din jî dengê çûk û tilûran ji xemla biharê re dibin senfonî. Li aliyekî dengê çûkan û li aliyekî dengê bilûra Rêber Soyler dibe dengê orkestrayeke xwezayî.      Wêne û dîmenên xemla sirûştê û dengê bilûra Rêber ku ji aliyê wênegir û kameraya me ve hatin girtin, hêjayî temaşekirin û guhdariyê ye.     MA / Bîlal Guldem