Birîna daran a li Cûdî û Bestayê didome 2022-05-24 13:17:13   ŞIRNEX - Birîna daran ku piştî destpêkirina êrişên leşkerî li çiyayê Cûdî û Bestayê dest pê kiribû, bi qedexeyan re didome.    Birîna daran a piştî destpêkirina êrişa leşkerî ya di 11'ê gulanê dest pê kir û têketin û derketnina ji gundên li qontara çiyayê Cûdî hat qedexekirin, li herêmên Bênavya û Nevavayê didome. Cerdevanên ku ji bajarokên Sêgirkê û Hîlalê tînin herêmê, bi çavdêriya leşkeran daran dibirin. Bi tonan darên ku tên birîn li TIR'an tên barkirin û ji bo derveyî bajar tên veguhestin.