Şewata li Marmarîsê didome 2022-06-24 12:39:21   ÎZMÎR - Şewata li daristaneke li navçeya Marmarîsê derket tevî mudaxileyan jî 4 roj in didome. Hate diyarkirin ku qadeke nêzî 3 hezar 417 hektar şewitî ye.    Şewata di êvara 21’ê hezîranê de li navçeya Marmarîsê ya Mûglayê dest pê kir tevî hemû mudaxileyên ji bejahî û hewayî jî nayên kontrolkirin. Li herêma ku ba bandorê dike şewat belavê qadeke fireh bû.    JI BO TESÎSA BERMAYIYAN KORÎDOR HATE VEKIRIN   Li gorî daxuyaniya dawî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mûglayê şewat heta nêzî Tesîsên Depokirinê yên Bermayiyan a li Yeşîl Beldeyê bûye û li dijî vê yekê korîdora ewlehiyê hatiye vekirin.    ŞEWAT MEZIN DIBE   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şewat ber bi navçeya Îçmeler ve diçe û wiha hate gotin: “Şewat ji bakur ber bi başûr ve mezin dibe. Du û xwelî gihişt navenda Marmarîsê. Her wiha rêya Datça-Marmarîsê ji trafîkê re hate girtin.”   Şewata li Marmarîsê berdewam e û mudaxileya tîman a ji bejahî û hewayî berdewam dike.    Hate diyarkirin ku li gorî hejmarên ne fermî qadeke nêzî 3 hezar û 417 hektar zirar dîtî ye.