Li kesê nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL ceza hate birîn 2023-03-16 12:36:41   ŞIRNEX - Li kesê ku li Çiyayê Cûdî nêçîra pezkoviyan dikir 261 hezar TL cezayê pereyan hate birîn.    Pezkoviyên li herêma Çiyayê Cûdî ya navçeya Silopiya ya Şirnexê di bin xetereya nêçîrvanan de ne. Li kesê bi navê Y.O. ku li herêmê nêçîra pezkoviyan dikir gilî hate kirin. Li ser vê yekê, Tîmên Midûriyeta  Parastina  Daristanan li Y.O. 261 hezar TL cezayê pereyan birî.