'Dawî li talana li Hewsel û qeraxa Çemê Dîcleyê bînin' 2023-03-29 20:01:37       AMED – Komeleya Ekolojiyê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku bal kişandin ser qirkirina ekolojiyê ya li Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê, bang li rayedar û berpirsan kirin ku demildest dawî li vê talanê bînin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê talan kirina Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê ku di nava mîrateya UNESCO’yê de ye li Birca Keçikê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Hewsel yek e, tune neke, bila Dîcle azad biherike û bêhna rihanan ji Hewselê bê” hat vekirin û dowîzên “bijî berxwedana Hewselê”, “bila bêhna rihanan ji Hewselê bê” û “bila Dîcle azad biherike” hatin rakirin. Gelek saziyên di bin banê Platforma Ked û Demokrasiyê de tev li daxuyaniyê bûn.   Ji Komeleya Ekolojiyê Leyla Çîteyê metna daxuyaniyê xwend.    WEZARETÊ ‘QADA TAYBET A PROJEYAN’ ÎLAN KIRIYE   Çîteyê destnîşan kir ku Baxçeyên Hewselê ev nêzî 10 sal e rastî talaneke sîstematîk tê. Çîteyê bi lêv kir ku di 2014’an de ji hêla Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ve nêzî 10 hezar dar hatine jêkirin û wiha pê de çû: “Piştî şagirt û welatiyên Amedê bertek nîşanê vê yekê dan, Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê dest ji van kiryaran berda. Lê ji hêla wezaretê ve di sala 2016’yan de weke “Qada taybet a projeyan” hate îlankirin û Baxçeyên Milet, cafe, asfalt û rêyên beton hatin çêkirin. Ji ber ku kirine “Qada taybet a projeyan” Hewsel bûye cihê harfiyatê û gelek qirêj bûye. Di bin navê çêkirina Baxçeyên Milet de hilberînerên piçûk û baxçeyên xwezayî hatin tasfiyekirin.”   Çîteyê da zanîn ku bi biryara Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê Çemê Dîcleyê ji çavkaniyê heta navçeya Bismilê ji statuya çem derxistiye û ji bo parastina ji bendavê bêpar hiştiye. Çîteyê diyar kir ku ji ber vê yekê pêşî li ber gef û texrîbatê hatiye vekirine û wiha berdewam kir: “Ji hêla Zanîngeha Dîcleyê ve ava qirêj diherike Dîcleyê û (tibbî atık) diavêjin ber çem. Her wiha di Fîskayayê de “vegûhertina bajarî” dane destpêkirin û gel ji cihê xwe tê kirin. Ev penaber kirin hilberîn û çandiniya dîrokî û çandî ya Hewselê jî dixe tahlûkeyê. Derdorê Pira Dehderî jî ji îmarê ve hatiye vekirin û bendava çem bi baxçeyên çayê hatiye dagirkirin. Her wiha dîsa ji wê hêlê ve DSÎ’yê 4 kîlometreyan dehl û dar birîne û qanal çêkiriye.”   Çîteyê da zanîn ku di vê pêvajoya dawî de nêzî Birca Keçikê gelek dar hatine birîn û makîneyên kar ketine nava zeviyekî 10 donimî. Çîteyê bi lêv kir ku bi hemû hewldanên me jî tu agahî nehatine dayîn û wiha got: “Em weke welatiyan bi rihê piştevaniyê birînên xwe yên ji ber erdhejê dicebirînin, lê desthilata siyasal û komên wê yên berjewendiyê ji her hêlan ve talanê berdewam dike. Em weke Platforma Ked û Demokrasiyê birc, av, baxçeyên Hewselê û qadên xwe yên jiyanê teslîmê tu kesî nakin. Em ji vir didin diyarkirin ku heke ev xerab kirin berdewam bike em ê  dest bi çalakiyan bikin. Em bang li rayedaran dikin, bila bi lez vê talanê bidin ravestandin û bi saziyên vî bajarî re plansaziyekê bidin meşandin. Her wiha bila UNESCO jî bêdeng nemîne û helwestek astengdar diyar bike.”