Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn 2023-04-09 15:47:54   AMED - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di çarçoveya kampanyaya “Bi şitlekî xwedî li jiyanê derkeve” ya îsal de ji bo qurbaniyên erdhejê li Pîrînçlîkê şitil danî.    Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê par kampanyaya “Bi şitlekî xwedî li jiyanê derkeve” dabû destpêkirin û heman kampanya îsal jî domiya. Komîsyona Jinan a Komeleya Ekolojiyê ya Amedê (Eko-Jin) bi dirûşma “Tu jî darekî biçîne, jiyanê jinûve şîn bike”, li mintiqeya Pîrînçlîk a li ser Rêbeja Amed-Rihayê şitil danî. Şitlên îsal hatin danîn, diyarî qurbaniyên erdhejê hatin kirin.    Piştî danîna şitlan, Rêveberê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Mûrat Bîlgîç axivî û wiha got: “Ev şitil dê şîn bibin û bibin wesîleya azadiyê. Dê azadî jî mîna van daran şîn bibe. Weke Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û gundiyan em ê her deverê şîn bikin.”    Piştî danîna şitlan, ekolojîst li taxên derdorê geriyan û li welatiyan şitil belav kirin.    Endam û rêveberên Platforma Ked û Demokrasiyê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger û gelek kes tev li danîna şitlan bûn.