Li Licê agir bi daristanê ket 2024-07-10 16:19:54   AMED - Li çoltera gundê Helbeknê ya bi ser navçeya Licê ve ji nû ve şewat derket.    Li çoltera gundê Helbeknê ya bi ser navçeya Licê ya Amedê ve 4 roj berê şewat derketibû û di encama mudaxileyê de hatibû temartin. Bi hatina bayê re şewat dîsa derket û belav bû.    Tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Licê û helîkoptera vemirandinê mudaxileyî şewatê dikin. Hat ragihandin ku şewat berdewam dike.