HDP’ê herêma şêwat lê rû da lêkolîn kir

img

XARPETÊ - Şandeya HDP’ê, şewata ku piştî operasyona leşkerî ya li navçeya Pîranê derket û dûre li gundên Xarpetê belav bû, li herêmê lêkolîn kir. Gundiyan, diyar kirin ku rayedaran mudaxileyî şewatê nekirin û Qeymeqamtiya Miyaran jî îdîa kir ku şewat hatiye vemirandin.

 
Piştî operasyona eskerî ya li gundê Pirejman a girêdayî navçeya Pîranê ya Amedê, li qûntarên Çiyayê Gorse, di 1’ê Hezîranê de,  şewat derket. 8 rojin şewat dewam dike. Heya miha bi tu awayî mudaxileyî şewatê nehatiye kirin. Şewat ji ber bayê li gundên Bahçekapi û Çevrecîk ên girêdayî navçeya Miyaran a Xarpetê belav bû. 
 
HDP’iyan gundên girêdayî navçeya Miyaran a Xarpetê ziyaret kirin û derbarê şewatê de agahî ji welatiyan girtin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Wekîlê Çewligê Erdal Aydemîr, Hevşaredaraya Pîranê Yasemîn Uçar a ji peywirê hatibû girtin, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyên Xarpetê beşdarî serdanê bûn. 
Parlamenterê HDP’ê y ê Çewlikê Erdal Aydemîr, diyar kir ku şewata daristanê dewam dike û wiha got: “Divê rayedar demildest mudaxileyî şewatê bikin. Berî ku şewat belavî cih û warên welatiyan bibin divê bê vemirandin.” 
 
Ji welatiyan Ahmet Kaya derbarê şewatê de agahî dan şandeyê û wiha got: “8 rojin şewat dewam dike. Ji bo vemirandinê kes mudaxile nake.” 
 
Şandeya HDP’ê, dûre bi Qeymeqamê Miyaran Muammer Saridogan re hevdîtin kir. Şandeyê derbarê şewatê de agahî da Saridogan. Saridogan jî, diyar kir ku şewat piştî operasyonê dernektiye. 
 
Şandeya HDP’ê, piştî hevdîtinê ji navçeyê veqetiya.