Wê hîmê projeya ku xwezayê texrîb bike wezîr deynin

img

AGIRÎ - Wê merasîma danîna hîmê Kana Zêr a Mollakara ku li gundê Mollakara yê navçeya Giyadînê bi siyanurê were derxistin, bi tevlîbûna wezîran pêk were. 

 
Xebatên Kana Zêr a Mollakara ku li li gundê Mollakara yê navçeya Giyadîna Agiriyê bi siyanurê were derxistin didome. 
 
Di nav rojê de wê bi beşdariya Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Fatîh Donmez, Wezîrê Pîşeyî û Teknolojiyê Mûstafa Varank û Serokê Fona Sîxortaya Mevdûeta Sexbêrê Mûhîddîn Gulal ji bo avakirina avahiyên îdarî merasîma avêtina hîmê Projeya Zîv û Zêr a Mollakarayê ya Kargehên Zêr a Kozayê bê lidarxistin. 
 
Tê plankirin ku di dawiya sala 2022’an de li tesîsan hilberîn bê kirin. Tê îdiakirin ku di nava salên 2022 û 2023’an de wê 15 ton zêr bê hilberandin. Tê diyarkirin ku ji ber bikaranîna siyanurê ya li herêma Kana Zêr a Mollakarayê xweza were texrîbkirin.