Wezîr di vekirina kana zêran de hawîrdorparêz hedef girt

img
AGIRÎ - Wêzirê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Fatîh Donmez ku tevlî merasîma danîna hîmê Kana Zêr a Mollakara ku li gundê Mollakara yê navçeya Giyadînê bû hawîrdorparêz hedef girt.
 
Xebatên Kana Zêr a Mollakara ku li gundê Mollakara yê navçeya Giyadîna Agiriyê bi siyanurê were derxistin didome. Bi beşdariya Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Fatîh Donmez, Wezîrê Pîşeyî û Teknolojiyê Mûstafa Varank û Serokê Fona Sîxortaya Mevdûeta Sexbêrê Mûhîddîn Gulal ji bo avakirina avahiyên îdarî, merasîma avêtina hîmê Projeya Zîv û Zêr a Mollakarayê ya Kargehên Zêr a Kozayê hat li dar xistin. 
 
HAWÎRDORPARÊZ HEDEF GIRT
 
Wêzirê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Fatîh Donmez bi gotina “kanza jiyan e” diyar kir ku karê kanzayê weke dijminatiya xwezayê tê nîşandan. Donmez, hawîrdorparêzên ku li dijî texrîbata xwezayê derdikevin hedef girt û wiha got: “Em dizanin kesên ku hewl didin karê kanzayê û hawîrdorê weke du têgehên dijberî hev nîşan bidin xizmetê ji kê re dikin.”