Li Şirnexê bêyî ÇED 22 herêm ji lêgerîna medenê re hatin vekirin

img
ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê 22 herêmê bêyî ku rapora ÇED'ê bê girtin ji legerîna medenê re hatin vekirin. 
 
Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, bêyî ku pêwistî bi rapora ÇED'ê bibîne li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Qileban, Hezex, Elkê û Silopiyayê li 20 qadan destûr da lêgerîna medenê. Li gorî biryar ku di malpera fermî ya wezaretê de hatiye weşandin; 2 qad jî ji kargegehên cuda re hatine terxankirin û hatiye diyarkirin ku "ÇED ne pêwistî". 
 
Bi biryara wezaretê li tevahiya bajar li 22 herêman bêyî rapora ÇED'ê radestî şîrketên medenê hatin kirin.