Şewata li Çiyayê Gabarê berbelav dibe

img
ŞIRNEX- Şewata ku hefteyek beriya niha li Çiyayê Gabarê derket, heya herêma Derşêwê çûye. 
 
Operasyona eskerî ya ku hefteyek berê li qadên Şêx Osman, Şeşçala, Çiyayê Bizinê, Êwan û Bênatê yên Çiyayê Gabarê dest pê kiribû, hê jî didome. Bi operasyonê re agir jî bi daristanên herêmê ketin. Agirê ku hefteyek beriya niha li derdora gundê Bûnisra yê herêma Gabarê û li Çiyayê Bizina bi daristanan ketibû, heya gundê Derşêw belav bûye. 
 
Bi hinceta ewlehiyê mudaxileyî şewatê nayê kirin.