Li dijî talankirina daran biryara çalakiyê girtin

img

WAN - Komeleya Gundê Serînçayir, li dijî talankirina daran a li zozanên Canîbeg û Serînçayir ên bajaroka Koprulu ya navçeya Gole ya Erdexanê, biryara çalakiyê girt. 

 
Qetilkirina daran a li zozanên Canîbeg û Serînçayir ên bajaroka Koprulu ya bi ser navçeya Gole ya Erdexanê ve ye didome. Di bin kontrola Miduriyeta Karên Daristanê de bi hezaran dar hatin birîn. Ji ber birîna daran nehat sekinandin, Komeleya Gundê Serînçayir biryara çalakiyê girt. Komeleyê ev biryara xwe bi daxuyaniyeke nivîskî parve kir. 
 
BIRYARA ÇALAKIYÊ
 
Komeleya Gundê Serînçayir, di daxuyaniya xwe de wiha got: “Sozên ku ji bo birîna daran bi dawî bikin hatin dayîn nehatin girtin. Li zozanên Serînçayir, Canîbeg ên bajaroka Koprulu bi hezaran darên çamê bi awayekî bê kontrol hatine birînû bi hezaran fîdan ziyan bûne. Miduriyeta Herêmê ya Daristanan bi biryareke nû wê li daristana kaniya Ezogelîn a Kopruluyê 2 hezar û 200 çaman bibire û li zozanên Serînçayirê jî dîsa dest bi birîna daran bike. Em ê li dijî vê komkujiyê tevbigerin û çalakiyê li dar bixin.”
 
EM PAŞ VE GAVÊ NAAVÊJIN
 
Komeleyê diyar kir ku wê bi partî, saziyên sivîl ên civakî û gelê herêmê re civînan li dar bixin, piştevaniyê bixwazin û wiha berdewam kir: “Em ê 4’ê Cotmehê di serî de li pêş Walitiya Erdexanê, em ê li pêş Şeftiya Daristanê ya Goleyê û li herêma ku dar tên birîn çalakiyan pêk bînin. Em ji gelê xwe re radigihînin ku em ê teqez paşve gavê naavêjin. Çi dibe bila bibe em daristanên xwe nadin birîn.”