Ekolojîst Işikli: Ji bo xweza zû bê talankirin, raporên ÇED'ê nadin

img

ŞIRNEX - Ekolojîst Vahap Işikli, destnîşan kir ku li Şirnexê bêyî raporên ÇED'ê 22 herêm radestî şîrketên madenan hatine kirin. Işikli, anî ziman ku ev haziriya ji bo talankirina xwezayê ye û bi vê re tê xwestin ku herêm ji mirovan bê xalîkirin. 

Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, li Şirnexê, navçeyên wê Cizîr, Qileban, Hezex, Elkê û Silopiyayê, bêyî rapora Nirxandina Kartêkerina Hawirdorî (ÇED) li 20 herêman destûra lêgerîna madenan da. Li bajêr 2 herêm jî bi biryara "Ne hewceyî ÇED'ê ye" tahsîsî şîrketine cuda hatin kirin. Dê li van herêman lêgerîna petrol, komir û gelek madenên din dest pê bike. 
 
Aktivîstê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli, destnîşan kir ku bi biryara wezaretê destûrdayîna lêgerîna madenan a li 22 herêman, herêm bi xetereya xalîbûna ji mirovan re rû bi rû ye. 
 
RAPORÊN ÇED'Ê YÊN PÛÇ
 
Işikli, bal kişand ser amadekarina raporên ÇED'ê û got: "Ev biryarên di vî warî de tên dayîn tên wateya pesendkirinê û destûrdayînê. Di dema hazirkirina raporan de pirî caran behsa lêkolînan û jiyan û çşîddariya candaran nayê kirin. Deverên dîrokî tên paşguhkirin û rapor bi vî awayî tên amadekirin. Bi van raporên pûç re, ev qad bi temamî pêşkêşî talankirinêt ên kirin." 
 
Işikli, destnîşan kir ku zemîna ji bo projeyan tê amadekirin, li gor mewzûtaê li hev tê anîn û bi vî awayî xweza zûtir tê talankirin. Işikli got: "Niha dê li 22 deverên Şirnexê ev tişt pêk bê. Heger em tişta ku tê xwestin li Şirnexê bê kirin bi çend mînakan rave bikin; dê xulaseya talan heyî be. Dê li Elkê li devere hezar û 906 hektarî kargeha zirîç-çînkoyê bê vekirin. Pêşî gotin 24 hektar û bi dû ra gotin dê li 150 hektarî hilberîn bê kirin, ji bo biryara 'pêdivî bi ÇED'ê tune ye' bê dayîn. Tevahiya qadê hezar û 906 hektar e, lê ji bo qadên din jî ji kalkerê bigire heya tesîsên komirê îlan hene." 
 
VALAKIRINA HERÊMÊ
 
Işikli, destnîşan kir ku talankirina li herêmê dest pê kiriye dibe sedema rûxandineke ekolojiyê û got: "Texrîbateke ekosîstemê diafirînin û nexasim jî qadên jiyanê yên candarên kûvî tên tunekirin. Li herêmê bi dehan cureyên nebatên endemîk û qadên jiyanê yên candaran bi vî awayî tên tunekirin. Kanên madenan ji texrîbkirina topografiyyê bigire heya tunekirina avên binerdî dibin sedema tunebûna gelek tiştan. Qadên ku kanên keviran lê hatine çêkirin, hemû jî nêzî gundan e û bi vî awayî çandinî jî tê tunekirin û hewa jî qirêj dibe. Heger wisa bidome, dibe ku em bi bajarekî ku bi temamî ji mirovan xalîbûyî re rû bi rû bimînin." 
 
DAXUYANIYÊN ERDOGAN
 
Işikli, bal kişand ser gotinên Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku gotibû dê Peymana Avhewayê ya Paraîsê berpêşî meclîsê bikin. Işikli, anî ziman ku ev gotin ne rast e û got: "Gava em li herêmê dinêrin, em dibînin ku texrîbat tê çêkirin û a rast mesele, meseleya valakirina herêmê ye. Her wiha êdetirî hefteyekê ye Çiyayê Gabarê dişewite û kes mudaxile nake. Li aliyê din, li herêmê jêkirina daran didome. Ji xeynî vê li herêmê bi çêkirina bendavên ewlehiyê û HES'an erdên çandiniyê tên tunekirin û gund tên valakirin. Niha, gava em behsa îlanên lêgerîna madenan dikin, esas em behsa tevahiya herêmê dikin ku tê valakirin."
 
PÊVAJOYA HIQÛQÎ
 
Işikli, destnîşan kir ku dê serî li rêyên hiqûqî bidin û got: "Her wiha di nêz de em ê kampanyaya îmzeyan jî bidin destpêkirin. Em banga xwe ya di vî warî de ya ji bo hemû saziyan û gel dubare dikin ku di vî warî de hesas bibin. Ji lew re tenê ne li Şirnexê, li tevahiya herêmê û li seranserê welêt bi HES'an, bendavan û jêkirina daran talankirineke mezin heye. Lewma di vî warî de divê mirov hesas be û tevbigere." 
 
MA / Dilgeş Rûvanas