Li cihê ku neft lê hatibû dîtin, dar tên birîn

img
ŞIRNEX - Talankirina daran herêma Besta û Çiyayê Çilnimêja didome vê carê jî li Çiyayê Bizina ku bi ser Çiyayê Gabarê ve ye jî hat destpêkirin. Tenê di heftiyekî de sed hezar dar hatin birîn û talankirina daran a li herêmê bênavber didome. 
 
DI HEFTEYEKÊ DE SED HEZAR DAR HATINE BIRÎN
 
Li Herêma Botanê talankirina xwezayê ya ku ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatiye destpêkirin bênavber berdewam dike. Beriya niha birîna daran ku ji aliyê cerdewan û leşkeran ve li herêma Bestayê li  Serê Rû, Kaniyahilo, Dolahevran, Berûze, Quntarên Navyan, Rîsor, Girêhelizê, Darikar, Kaniyamir, Cîniver, Bûlûzerê hatibû destpêkirin didome. Di heman demê de li Çiyayê Çilnimêja ku bi ser Çiyayê Cûdî ve ye jî ev birîn ango talankirina daran didome. Li şûna ku birîna darên liv an herêmên navborî were sekinandin, vê carê jî li Çiyayê Bizina ku bi ser Çiyayê Gabarê ve ye birîna daran hat destpêkirin. Birîna daran ku hefteyek beriya niha hatiye destpêkirin ji aliyê cerdevan û leşkeran ve pêk tê. Tê gotin tenê di nava hefteyekê de li herêmê teqrîben sed hezar darên berûyan ji ber sedemên ewlekariyê hatine birîn.  
 
Hat diyarkirin ku qereqola leşkeriyê li şêniyên wê herêmê geriyaye û gefa “Werin darên xwe bibirin, heger hûn neyên nebirin em ê efû nekin” li gundiyan xwariye. 
 
ARMANC BÊXWEZA Û BÊMIROV HIŞTIN E 
 
Darên ku tên birîn bi traktoran dikişînin qada Xaran û ji wir jî li kamyonan bar dikin û dibin derveyî bajêr û difiroşin. Hat zanîn ku darên berûyan ku nû şîn bûne jî ji kokê ve tên birîn. Şeniyên gund diyar kirin ku herêm ji hêlekî ve tê şewitandin û ji hêlekî ve jî darên çiyayê wan tên birîn û tê xwestin ku herêmê bêxweza û bêmirov bihêlin. 
 
Lê balkêşe ku li vê devera dar lê tên birîn li ser her girekî qûleyên çavdêriyê yên leşker û cerdevanan hatine bicihkirin û birîna daran di bin çavderî û beşdariya leşker û cerdevanan pêk tê.
 
LI CIHÊ NEFT HATIBÛ DÎTIN DAR TÊN BIRÎN 
 
Di heman demê de, di 13'ê îlonê de di navbera gundên Şerefî û Akça yên li vê herêma dar lê tên birîn de ji aliyê Hevkariya Anonîm a Petrola Tirkiyê (TPAO) ve 400 bermîl neft hatibû dîtin û hat îdia kirin ku ji bo dîtina neftê jî ferman hat dayîn ku dar bên birîn. 
 
MA / Zeynep Durgut