Hevberdevkê EGEÇEP'ê: Deklerasyona HDP'ê ji bo têkoşîna ekolojiyê watedar e

img

ÎZMÎR - Heberdevkê EGEÇEP'ê Huseyîn Çaglar sernavê "rêza ji bo xwezayê" ya di deklerasyona HDP'ê de nirxand û got: "Ez hem piştgiriyê li dekleresayonê dikim hem jî yeqîn dikim ku dê ji bo Tirkiyeyê bibe gaveke girîng." 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 27'ê Îlonê de bi navê "Banga ji bo edalet, aştî û demokrasiyê" deklerasyone daxuyand. Di deklerasyonê de pirsgirêkên Tirkiyeyê û ji bo çareserkirinê pêşniyarî hatin rêzkirin. 
 
Ji sernavên deklerasyona 11 xalî yek jê jî "rêza ji bo xwezayê" bû. 
 
Hevberdevkê Platforma Hawirdro û Çandê ya Egeyê (EGEÇEP) Huseyîn Çaglar, texrîbkirina ekolojiyê û deklerasyona HDP'ê nirxand. 
 
'PARTIYA EKOLOJIYÊ YE'
 
Çaglar, destnîşan kir ku HDP'ê bi deklerasyonê bersiveke baş daye kesên dixwazin wê krîmînalîze bikin û di herêmê de asê bikin. Çaglar bilêv kir ku HDP'ê bi vê careke din ragihandiye ku partiyeke Tirkiyeyê ye û got: "HDP, tenê ne partiyeke ku di meseleya kurdî de bê asêkirin. HDP, nîşan da ku ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê hesas tevdigere û bi wan re eleqedar dibe. Civakê jî bi sempatî deklerasyonê pêşwazî kir. Em ekolojîst jî jixwe dizanin HDP partiyeke ekolojiyê ye." 
 
Çaglar, anî ziman ku HDP'ê di vê deklerasyonê de bal kişandiye ser ekolojiyê jî û ev tiştekî watedar e. 
 
DEKLERASYONEKE JIDIL
 
Çaglar, diyar kir ku di deklerasyonê de qada ekolojiyê ji dil hatiye bilêvkirin û got: "Lewma hem piştgiriya deklereasyonê dikim hem jî yeqîn dikim ku dê ji bo Tirkiyeyê bibe gaveke girîng. Ev helwesta HDP'ê jî ji dil e. Yek ji cîgirên hevserokatiya giştî jî berpirsiyarê ekolojiyê ye. Li ku derê têkoşîneke ji bo ekolojiyê hebe, em li wir çav bi heyeta HDP'ê dikevin. Li rex têkoşînên ji bo pirsgirêkên hawirdorê cih digire. Ev ne ji bo hilbijartinê ye." 
 
TÊKOŞÎNA JI BO EKOLOJIYÊ MEZIN DIBE
 
Çaglar, destnîşan kir ku girîngiyeke din a daxuyaniyê jî xurtkirina têkoşîna ekolojiyê ye. Çaglar, anî ziman ku heyama bê heyama tevgera jinê û tevgera ekolojiyê ye. Çaglar bilêv kir ku heger tevdîrine tund neyên girtin dê gerstêrk nemîne, lewma heyama bê dê li seranserê cîhanê têkoşîneke xurt ji bo ekolojiyê rû bide û ji ber hindê ye ku li Ewropayê tevgera keskê di qada siyasî de xurt dibe. 
 
KRÎZ
 
Çaglar, bilêv kir ku kapîtalîzmê tevî binpêkirina keda kedkaran, bi talankirina xwezayê jî çav berdaye ya hîn zêdetir û got: "Ji sedî 65'ê çiya û daristanên Tirkiyeyê tahsîsî şîrketên madenan hatine kirin. Dewlet hatiye asta ku rêjeya qezenca sermayeyê bilind dike. Bi taybetî li welatên pêşketî gel di vî warî de serwext in. Ev welat çav berdane madenên welatên pêşneketî yên wekî Tirkiyeyê. Îqtidara Tirkiyeyê jî her tiştî difiroşe. Wer xuya ye pêdiviya wê bi pereyan heye, lewma xwe li nedîtinê datîne. Heger pêşî lê neyê girtin dê di 30 salên pêş me de Tirkiye bi bi awayekî cidê bi pirsgirêka avê û krîza erzaq re rû bi rû bimîne. A vê yekê diafirîne jî krîza avhewayê ye. Lewma em dibêjin ne avhewayê, pergalê biguherîne. Divê ev pergal bê guherandin. Ên dibin sedema pirsgirêkan nikarin pirsgirêkan çareser bikin." 
 
MA / Tolga Guney