Vaye darên ku li Botanê tên birîn!

img

ŞIRNEX - Li herêmên Besta, çiyayê Cudî, Gabar, Çelênimêja û Bizinan talankirina daran berdewam dike. Bi deh hezaran darên ku hatine birîn û li kamyonan hatine barkirin û li Çerxerêya Zanîngeha Şirnexê hatine sekinandin balê dikişîne ser xwe. 

Li Herêma Besta, çiyayên Cudî, Gabar, Çelênimêja û Bizinan ên bi ser Şirnexê ve birîna daran ku bi tevlîbûna leşker û cerdevanan ve hatiye destpêkirin bênavber didome. Li herêmê heta niha bi hezaran dar hatine birîn. Darên ku tên birîn, li kamyonan tên barkirin û dibin li derveyî bajêr difiroşin. Kamyonên ku li Çerxerêya Zanîngeha Şirnexê hatine sekinandin de tê dîtin darên ku hatine birîn li kamyonan hatine barkirin, cûreyên darên berûyan e. Dema ku nûçegihana ajansa me xwest dîmenên kamyonên dar lê barkirî bigire, ji aliyê ajokarên kamyonan ve hat astengkirin. Ajokaran nehiştin ku dîmenên darên hatine birîn bên girtin. Di heman demê de ajokaran gef li nûçegihana me xwar ku dîmen û wêneyên girtin e jê bibe. 
 
MA / Zeynep Durgut