Li Çiyayê Gabarê şewat derket

img
ŞIRNEX - Li quntarê Çiyayê Gabarê şewata daristanê derket. 
 
Li quntarê Çiyayê Gabarê yê dikeve aliyê navçeya Basa ya Şirnexê şewata daristanê dest pê kir. Sedemê şewata li çoltera gundê Zêwê ku Qereqola Cendermeyan a Akdîzgîn lê ye derket, nehat zanîn. Hat diyarkirin ku tu mudaxile li şewatê nehatine kirin, şewat berdewam dike û belav dibe.