Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!

img
ŞIRNEX - Miduriyeta Daristanan a Herêma Rihayê, bersiva welatiyên ku li Şirnexê ji bo rawestandina birîna darên nav erdên xwe yên tapokirî serî lê dabûn da û got ku ji ber ku herêma leşkerî ye ew nikarin mudaxileyî birîna daran bikin.
 
Birîna daran a ku ji mehên biharê ve li herêmên Besta, Cûdî, Gabar, Çiyayê Bizina û Çelênimêja yên Şirnexê bi destê leşker û cerdevanan tê kirin bênavber didome. Di pêvajoya 6-7 mehên dawîn de li herêmê bi sed hezaran dar hatine birîn û ji bo firotinê bi kamyonan ji bajar hatine derxistin. Di meha îlonê de ji bo rawestandina birîna darên nav erdên xwe yên tapokirî niştecihên herêmê daxwazname ji Walitiya Şirnexê û Miduriyeta Çandinî û Daristanan a Şirnexê re şandibûn. Ji ber ku walîtî û miduriyeta daristanan a bajar vê daxwaznameyê red kirin niştecihên herêmê berê xwe dan Miduriyeta Daristanan a Herêma Rihayê û bi rayedarên miduriyetê re bi rû hevdîtin pêk anîn. Di vê hevdîtinê de Midûryeta Daristana a Herêmê ji welatiyan re got ku ji ber ewlehiyê ew nikarin mudexeyî birîna daran bikin. 
 
MIDURIYETA DARISTANÊ BIRÎNA DARAN ERÊ KIR 
 
Ji niştecihên ku bi Miduriyeta Daristanan a Herêma Rihayê re hevdîtin pêk anîbûn Eşref Înan, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku herêma wan tê talankirin û wiha got: "Heta ev darbirîn neyê rawestandin em ê jî nesekînin. Ji bo ku talankirina daran bê sekinandin, me ji Walitiya Şirnexê û Miduriyeta Çandinî û Daristanan a Şirnexê re daxwazname şandibû. Lê ev daxwaznameyên me bê encam man. Miduriyetê ji me re got, 'Daxwaza we ji qewata me zêde ye' û ji ber vê jî me berê xwe da  Miduriyeta Daristanan a Herêma Rihayê.  Me ji midûryetê re tapoyên xwe birin û ji wan re got ku beyî destûra me hemû darên me tên birîn. Wan jî daxwaznameya me red kir û ji me re gotin, 'Me birîna daran erê kir û ji ber herêma ewlehiyê ye em nikarin mûdexele bikin'. 
 
'HEMÛ SAZIYÊN DEWLETÊ HEVKARÊN BIRÎNA DARAN E' 
 
Înan, diyar kir ku herêma wan ji cerdevan û leşkeran re vekiriye, lê ji xwediyên herêmê re qedexe ye û ev tişt anîn ziman: "Bûne weke mafya û li ser axa me dilîzin. Di darbirînê de hemû sazî û dezgehên dewletê hevkarên hev in. Divê em biryar bidin ku li herêmê me dar bên birîn an na. Ew der erdê me ye. Mal û pezê me li wir heye. Em dixwazin ku di demên pêş de biçin wê derê. Darên ku dibirin jî dibin derveyî bajêr û difiroşin. Darên sedsal e dibirin. Em daxwaz dikin ku vê qirkirinê bidin sekinandin. Bila êdî bes darên me bibirin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût