Gundiyan walîtiyê derewand: Kesî bi me re hevdîtin nekiriye

img
ÇEWLIK - Li Çewlikê, gundiyan daxuyaniya walîtiyê ya derbarê birîna darên li daristana Karacehennemê derewand û ragihandin ku tu kesî bi wan re hevdîtin nekirine. 
 
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê, birîna daran a li daristanên Karacehennemê ya li gundên Kizilagaç, Qirtuzî û Aynikê ji 7'ê cotmehê ve didome. Walîtiya Çewlikê, têkildarî mijarê daxuyanî dabû û angaşt kiribû ku ji bo ciwankirina daristanê di encama hevdîtina bi gundiyan re dar tên birîn. Lê gundiyên li herême têkildarî mijarê axivîn û Walîtiya Colemêrgê derewandin. Gundiyan, got ku ji wan re hatiye ragihandin ku bi hinceta "ewlehiye" wê dar bên birîn û bi wan re bi tu awayî hevdîtin nehatiye kirin. Nişteciha gundê Kizilagacê Belkîsa Bilgîlî, da zanîn ku ew li dijî birîna daran e û wiha got: "Kesên ku îro darên me bibirin û bişewitînin wê sibê mala me jî bişewitînin. Bila mala me bişewitînin li daristanên me na."
 
'EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'
 
Hazal Saîm jî destnîşan kir ku bêyî wan dar tên birîn û û ev tişt anîn ziman: "Em mirinê didine ber çavên xwe û dev ji dar û daristanên xwe bernadin. Bila vê xayîntiyê li me nekin. Heta niha me van daristanan parast. Bila dev ji birîna wan berdin."
 
Raîbe Çelîk jî bi lêv kir ku daristan ji bo mirovan qadên jiyanê ne û ev tişt got: "Daristan ji bo mirovan jiyan in. Dema ku wan daran bibirin em ê li vir çi bikin? Çawa ku dema Antalya şewtitî kezaba wan şewitî kezeba me jî niha dişewite. Ev xak û daristan ên me ne. Bila dev ji heqareta li me berdin."
 
TALANKERÎ Û DIZÎ
 
Îkram Kanî jî birîna daran weke talan û diziyê şîrove kir û berteka xwe bi van gotinan anî ziman: "Dixwazin me li paş bihêlin, dixwazin me xizan bikin û muhtacê xwe bikin. Armanca wan ev e; ji ber vê dest didin daristanên me. Gund, xweza û daristan ên me ne, li van deran çi digerin? Didizin û difiroşin. Bila dest nedin me, ji ber wan em êdî li gundê xwe nerehet in. Em nikarin li mala xwe bi rêk û pêk bixebitin. Heta îro me qenciyeke dewletê nedîtiye; me ji dewletê titşekî negirtiye, bila ew jî ji me negire."