Li Bihuşta Çûkan dîsa şewat derket

img
COLEMÊRG - Li navçeya Geverê, herêma Nihêl a bi zil ku weke Bihuşta Çûkan tê zanîn dîsa şewat derket.
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê, li herêma Nihêl a di navbera gundên Miçîç û Serdeştê ya bi zil ku weke Bihuşta Çûkan tê zanîn dîsa şewat derket. Şewata ku serê sibehê derket bi bayê re li qadeke berfireh belav bû. 
 
Beriya niha jî çend caran li herêmê şewat derketibû.