Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên bi çek ên girêdayî Tirkiyeyê li gundê Kefer Nebû yên navçeya Şêrewa ya Efrînê 400 darên zeytûnan birîn. 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê hêzên bi çek ên girêdayî Tirkiyeyê li gundê Kefer Nebû yên navçeya Şêrewa ya Efrînê 400 darên zeytûnan birîn. Hat diyarkirin ku darên hatin birîn aydê malbata Mehmûd Zelûha, Îbrahîm Ehmed Zelûha û Xêro Ehmed Zelûha ne. Hat ragihandin ku darên hatine birîn li navenda sûka Efrînê hatine firotin.