Rêxistinên elewiyan: Ji qetliyama li Dersimê tê kirin re bêjin na

img
ENQERE – Rêxistinên elewiyan li dijî kuştina sewalên kovî banga “bila gotinek we ku hûn ji vê polîtîkaya dewletê re bêjin hebe” bang li tevahiya raya giştî kirin. 
 
Komeleya Elewiyan a Demorkatîk (DAD), Komeleya Dersimiyan,  Komeleya Gimgimiyan a Enqereyê û Komeleya Alîkariyê ya Depê û Herêma wê, têkildarî kuştina sewalên kovî yên li Dersimê li avahiya Komeleya Dersimiyan civîna çapemeniyê li dar xistin. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Nêçîrî ne spor e cînayet e, destê xwe ji ser xwezaya me, pîrozgehên me û baweriya me rakin. Serokê Komeleya Dersimiyan a Enqereyê Yaşar Kilavûz daxuyanî xwend. 
 
POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET 
 
Kilavûz destnîşan kir ku li dijî erdnîgariya Dersimê di bin navê faliyetên bendav, HES, porojeyên madenê, şewatên daristanan û nêçîriyê de êrişên cur bi cur tên kirin û wiha got: “Ev hemû bi polîtîkayên şerê taybet ên dewletê pêk tên. Bi destê dewletê nêçîrvanan tînin û sewalên kovî dikujin. Em ê ji vê qetliyama di bin navê nêçîriyê de tê kirin re bêdeng nemînin. Yên ku ji vê qetliyamê re bêdeng bimînin, şirîkên sûcê dewletê ne. Qadên me yên jiyanê, cihên pîroz, xwezaya me hatiye dorpêçkirin. Di baweriya me de ax û sewalên lê dijîn pîroz in. Di xwezayê de her tişt bi hev ve girêdayî ye. Ji bo elewiyan erdnîgariya Dersimê Herda Derwêş e. Em bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk dikin û dibêjin; bila gotinek we ku hûn ji vê polîtîkaya dewletê re bêjin hebe.”