Berteka ji ber qirêjbûna Çemê Dîcleyê: Rûyê rast ê qeyûm e

img

ŞIRNEX - Ji ber ava qenalîzasyonan a diherike Çemê Dicle û çopên tên avêtin, bêhna genî ji çem tê. Cizîriyan bertek nîşanî vê da û gotin: "Ev der, rûyê rast ê qeyûm e." 

Li Cizîra Şirnexê, welatî ji ber ava qenalîzasyonan a diherike Çemê Dîcleyê û çopên li nav çem tên rijandin bi gilî û gazinc in. Lê belê şaredariya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bi salan e tu çare ji vê meseleyê re nedîtiye. Ji 11 deveran ava qenalîzasyonan diherike çem. Welatî ji ber vê nerihet in. 
 
ÇOP
 
Ethem Ergun (36) ku di Çemê Dîcleyê de masîvaniyê dike, çopên li ser çem kom bûne nîşan da û got: "Her cara çav bi çopên li ser çem û ava qirêjî ya bera nav çem tê dayîn dibînim naxwazim werim vira. Demildest divê ev çop bên paqijkirin. Qenalîzasyona navçeyê hemû diherike çem. JI ber çopan û bêhan genî mirov nikarin bên parkê." 
 
BERPIRS QEYÛM E
 
Mûhammed Altinkaya (22) ku ji bo gerê ji AMedê hatiey Cizîrê jî got: "Li ser avê loda çopan çêbûye. Gelek masî di çem de hene, lê çem ji çopan xalî nabe. Bêhan wê jî mirov aciz dike. Diviyabû Cizîr ne di vî halî de bûna. Şaredarî divê van deran paqij bikirana. Şaredarî di dest qeyûm de ye, berpirsê vê jî ew e. Lê tiştekî nake." 
 
Ozgur Akgul ê 17 salî jî anî ziman ku li se rçem çop kom bûne û şaredarî tu tiştî nake. AKgul got: "Paqijkirina çem ne zehmet e. Lê ger derdeke wan a paqijkirinê hebûna dê paqij bikirana. Em ji bo gerê tên, lê belê ji ber qirêjî û bêhanê em nikarin li vira bisekinin. Divê şaredarî vê derê paqij bike." 
 
Nîhat Akgun ê 18 salî jî got: "Şaredarî bi vira re eleqedar nabe. Gava em ji bo vê tiştekî dibêjin te dît di cî de em sûcdar kirine." 
 
‘RÛYÊ RASTEQÎN Ê QEYÛM'
 
Ferhat Çaglayan ku çopên li ser Çemê Dîcleyê kom bûne nîşan dan got: "Ev der rûyê rast ê qeyûm e. Hevşaredarên me ji peywirê girtin. Tu xizmeta navçêyê nekirin. Halê çem ê niha ev e. Ne ya gel, cixmeta alîgirên xwe dikin. Divê ev çem bê paqijkirin."