‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’

img
ÎZMÎR - Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dêrsimê û DAD’ê têkildarî operasyonên leşkerî yên li çoltarên Dêrsimê daxuyanî dan û xwestin ku di zûtirin demê de ev operasyon bên rawestandin. 
 
Komeleya Çand û Piştevaniya Dêrsimê û Şaxa Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Îzmîrê têkildarî êrişên ser xweza û çanda Dêrsimê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê hate dayîn. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û rêveberên Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Dêrsim be wayir niyo! Destê xwe ji bawerî, çand û xwezaya me bikişînin” li eywana daxuyaniyê hatibû daliqandin. 
 
Serokê Rûmetê ya Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Îzmîrê Kemal Mutlu diyar kir ku êrişên li dijî xelkê Dêrsimê berdewam in û wiha got: “Ji destpêka damezirandina komarê heta niha li dijî ziman, çand û baweriya me êrişeke sîstematîk heye. Ev êriş carnan bûn êrişên raste rast û carnan jî ji hundir ve rizandin. Bi israr xwestin ku nasnameya îslama sunî li civaka me ferz bikin û civakeke yekperest ava bikin. Desthilatdariya ku Cemxaneyan weke perestgeh qebûl nake û dişibîne ‘malên cimbişê’, di demên dawî de li ser weqfên olperest û ketiyan lez daye asîmîlasyona xwe. Zanîngeha Munzurê di bin navê xebatên zanistî de û Cemxaneya Tuncelî ya li navenda Dêrsimê civaka me qirêjî dikin û hewl didin feraseta îslama sunî li ser civaka me ferz bikin. Serokê Kar û Barên Diyanetê Alî Erbaş çend roj berê ji bo vekirina Nvenda Ciwanan a Hz. Alî hatibû û ev yek nîşan dide bê ka di nava armancên çawan de ne.” 
 
AGAHÎ JI GUNDAN NAYÊN GIRTIN 
 
Bi domdarî Mutlu destnîşan kir ku li Dêrsimê hêj birînên 38’ê nekewîne û wiha domand: “Di salên 90’î de jî gund hatin şewitandin û pêla koçberiyê vê ket. Di demekî ku me hêjta ev ji bîr nekirin de bi operasyonên leşkerî civak, xweza, hemû zindî û ekolojiya me di bin êrişan de ye. Hefteyek berê gundê Kakper ê Xozat ê nêzî navendê tê bombebarankirin û agahî jê nayê girtin. Divê ev operasyonên leşkerî di zûtirin demê de bên rawestandin. Di serî de Diyanet, divê hemû weqf û komeleyên olî yên li Dêrsimê dev ji xebatên xwe berdin û zextên li ser ol, çand, ekolojî û jiyana civakî bi dawî bibin.”