Şewata li Marmarîsê berdewam dike

img
MUGLA - Li Marmarîsê ji ber şewatê 2 hezar 881 hektar zevî şewitî û ji ber şewatê 103 mal hatine tehliyekirin. 
 
Li navçeya Maramarîsê ya Muglayê 3 roj in şewata derketiye berdewam dike. Di nirxandina rewşa dawî ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Muglayê hatiye kirin de, hat diyarkirin ku li devera Degîrmenyani Kurardi xebata vemirandinê didome. Şewat li deverên Kirzeytînlîk, Bortubet, Yedîadalar û gire Honoz jî dewam dike. 
 
Hat zanîn ku ji ber şewatê 103 mal hatine tehliyekirin, 274 welatî, 83 sewal û 52 wesayît jî hatine tehliyekirin. Li aliyê din li gorî hejmarên nefermî qada 2 hezar 881 hektar şewitiye ango xesar dîtiye. 
 
Hat ragihandin ji saetên serê sibehê ve mudaxileya hewayî ya li şewatê jî berdewam dike.